Nasir Yagiz: Ew ê nikaribin pêşî li serhildana bi heybet bigirin

Nasir Yagiz berxwedêrê greva birçîbûnê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane kir bi bîr anî û got, "Yên ku têkçûn û tirsê ferz dikin, çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li serhildana canbexşane ya bi heybet bigirin."

Nasir Yagiz ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 119 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo Zulkuf Gezen ê li girtîgehê çalakiya canbexşane kir peyamek weşand. Yagiz diyar kir, divê gelê Kurd peyama Zulkuf Gezen rast fêhm bike.

Peyama berxwedêrê greva birçîbûnê Nasir Yagiz bi vî rengî ye:

"Li ser rûyê erdê ti hêz nîne ku dilekî canbexşane dîl bigire ku bi gelê xwe dagirtî ye û dildarê azadiyê ye. Pîvanên canbexşane û pêşengiya rastiya azad û dilsoziya bi gel û dozê re ku xwe ji felsefeya Rêbertî xwedî dikin, di şexsê hevalê Zulkuf Gezen de derketiye holê. Seranserê Kurdistanê ji aliyê dîktatoriya faşîst ve hatiye dagirkirin. Pîvanên canbexşane yên hevalê Zulkuf dîktatoriya faşîst şok kiriye, lewma cenazeyê wî bi rengekî korsanî hatiye revandin.

SERKETIN WÊ YA GELÊN BERXWEDÊR BE

Mîna di dema veşartina cenazeyê Delal Amed de Sûr careke din ji aliyê faşîzmê ve hate dagirkirin. Yên ku têkçûn û tirsê ferz dikin, çi dikin bila bikin wê nikaribin serhildana fedayî ya bi heybet asteng bikin. Ev ruhê ku bûye gel û fedayî wê bêhtir girseyî bibe û di Newrozê de derkeve asta herî bilind, di hilbijartinên xwecihî de jî mîna sîleyekê wê li rûyê tarî yê dîktatoriya faşîst bikeve.

Bi gotina 'Yên ku îdîaya xwe ya jiyanê mezin e, hewldana xwe jî divê mezin be' Rêbertî bang li me dike ku em wezîfeyên serdemê bi cih bînin. Zulkuf Gezen jî bi çalakiya canbexşane ya fedayî ya pîroz xwedî li vê wezîfeyê derdikeve û pîvanê datîne pêşiya me hemûyan. Em, gelê Kurd li ser bingeha rêxistinbûneke bi heybet dikarin bi xurtî rabin ser piyan.

Li ser vê bingehê divê gelê Kurd peyama hevalê Zulkuf Gezen rast fêhm bike û bi ruhê fedayî yê pêvajoyê li dora Rêbertî bibe yek. Serketin wê ya me be, wê ya gelên berxwedêr be."