Namzetên Hevşaredariya Dersimê qala projeyên xwe kirin

Namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger a Dersimê yên ji bo Hevşaredariya Dersimê qala projeyên xwe kirin.

Civîna eşkerekirina projeyan li Komeleya Elewiyan a Demokratîk pêk hat û Namzetên hevşaredariyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatî beşdarî civînê bûn. 
 
Di civînê de destpêkê ji nûnerên tifaqê Ekber Kaya axivî û goti ew bi projeyên xwe yên nûjen û li gorî şaredariya gel li pêşberî gelê Dersimê ne. Kaya anî ziman ku ji bo ew şaredariyek li gorî gel û prensîbên demokratîk serdest bikin dê karê wan ewilîn birêvebirina gel a şaredariyê be. Kaya got ew ê şaredartiya gel ne li gorî mantiqê “projeyan” birêve bibin û ew ê bi beşdariya gel û erêkirina gel şaredariyê birêve bibin.

Kaya diyar kir ku ew ê navê Dersimê ji nû ve li şaredariyê binivîsînin û got: “Navê Dersimê rûmeta gelê me ye. Em ê bi hemû hêza xwe xwedî li vî navî derkevin. Em ê rê nedin polîtîkayên asîmîlasyonê, xepskirinê, mîltîtarîst û yekperestiya dewletê û ew ê li bajêr porjeyên wan nîvco mane bi modela demokratîk, ekolojîk, gel û azadiya jinê birêve bibin. Di her warî de ji ziman bigire heta îradeya siyasî, îradeya Dersimê hatiye xespkirin. Lê em ê destûr nedin vê xespkirinê.” Kaya bal kişand ser girîngiya hilbijartina xwecihî û got li dijî “rejîma yek zilamî” parastina demokrasiyê xwedî wateyek xwe ya taybet heye. 

Piştî axaftina Kaya, Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî yên Hevşaredariya Dersimê Nurşat Yeşîl û Hidir Demîr projeyên xwe eşkere kirin. Nurşat Yeşîl anî ziman ku ew bi hêvî û wêrekiya berxwedana Leyla Guven ku daye wan diçin hilbijartinê û ew ê bi hev re bi ser bikevin û bi hev re birêve bibin. 

Namzetan got ewilîn projeya wan ew e ku xwedî li vîna gel derkevin û dê xizmetek wekhevî ji her kesî re hilberînin. Namzetan got ew ê çandiniyê û sewalkariyê li pêş bixin û navendên tenduristiyê vebikin. Namzetan diyar kir ku ew ê îstîhdamê jî li pêş bixin û koperatîfên jina azad ava bikin. Namzetan di projeyên xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û gotin dê bi zimanê dayikê kreşan vebikin. Namzetan got ew ê Muzeya Bîra 38’an a Dersimê çê bikin.

Namzetan da zanîn ku ew ê Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê ji feraseta yekperest a qeyûman bistînin û dê mihrîcanên xwe bidomînin. Namzetan bal kişand ser çêkirina HES û bendavan û gotin ew ê destûrê nedin talankirina xwezaya Dersimê û dê li dijî HES û bendavan derkevin. 

Namzetan di dawiya eşkerekirin projeyên xwe de gotin “Dersim Yê Mao” û civîn bi çepikan û berzkirina dirûşman bi dawî kirin.