Namzetên HDP’ê yên Wanê bi gel re civiyan

Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê û namzetên hevşaredariyên navçeyan di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê li Wanê bi gel re civiyan.

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan li Şaxê, Mûstafa Avci jî li Serayê bi gel re civiya. Namzetên hevşaredariyên Westan û Elbakê jî xebatên hilbijartinê didomînin.

ŞAX

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Erdgan, Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Yadîşen Karabûlak, namzetên hevşaredariya Şaxê Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr, Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû ku li cihî wî qeyûm hatibû tayînkirin û rêveberên partiyê li navenda Şaxê serdana çayxaneyan kirin û bi gel re civiyan.

CIVÎNA XELKÊ ŞAMÎNÎS VEGUHERÎ MÎTÎNGÊ

Piştre heyeta HDP’ê li taxa Şamisis bi coş hatin pêşwazî kirin. Girseya gel li navenda taxê kom bûn û alên HDP’ê hildan.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak li vir axivî û got grevên birçîbûnê di roja 128’an de ye. Karabûlak wiha domand; “Di şexsê xelkê Şax û dayikên welatparêz de em berxwedana serî de Leyla Guven û hevrêyên di grevê de silav dikin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Îro xelkê Şaxê, xelkê Şaminisê biryar xwe daye û ew ê 31’ê Adarê bersiva pêwîst bidin sîstema ku dest daniye ser îradeya wan. Gel ew ê sibeha 1’ê Nîsanê qeyûman bişîne Enqereyê.”

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe jî axivî û got; “Îro xelkê Şaxê bi îradeyekî mezin bersiva politîkaya qeyûman didin û li her derê xwedî li partiya xwe derdikevin. Hilbijartina 31’ê Adarê ew ê ji bo wan û qeyûman bibe bersivek mezin. Di  bersiva me ya 31’ê Adarê de eve em gel in, em li virin û naçin tu deran.”

Piştî axaftinan namzetên hevşaredariyê bi gel re govend girtin. Piştre Ozgokçe Ertan û yên pêre li taxên Reşan û Tink serdana malan kirin.

SERAY

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, Mûkaddes Karakoç, namzetên hevşaredariya Serayê Caziye Dûman, Şabahettîn Bilmez li navçeya Serayê bi gel re civiyan.

Avci û heyeta pêrê di ketina navçeyê de bi girseyî hatin pêşwazî kirin û piştre li navenda Serayê tûr avêtin. Li navenda naveyê gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da. Namzetên hevşaredariyê destpêkê li Satmanisê serdana konê sersaxiyê kirin.

Piştî serdanê heyeta HDP’ê li gundê Şerefxanê beşedarî civîna gel bûn. Di civînê de Mûstafa Avci û Caziye Dûman axivîn.

Mûstafa Avci wiha got; “Tevî zextên li gundan û astengiyan ev tabloya niha gelek bi wateye. Xelkê Serayê dibêje ‘em li virin û xwedî li îradeya xwe derdikevin’.

Namzeta hevşaredariya Serayê jî Caziye Dûman jî di axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana grevên birçîbûnê û got; “Berxwedan û têkoşîna bi wate ya Leyla Guven di roja 128’an de ye û em Guven silav dikin.”

Piştî axaftinan namzet û heyeta li gel bi konvoyê serdana gundê Avzerk kirin. Piştî bernameya gund namzetên hevşaredariya serdana buroya hilbijartinê kirin. Li buroya hilbijartinê heyeta HDP’ê bi gel re civiya.

WESTAN

Namzetên hevşaredariya Westanê Veysî Şeker û Melek Arapoglû li navçeyê serdana dikandar û saziyan kirin. Dikandaran eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dan.

Namzetên hevşaredariyê daxwaz û pirsgirêkên endaman guhdar kirin. Namzetan ji bo eleqeyê spasiya xebatkaran kirin.

ELBAK

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orahan, Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Fîkret Dogan, namzetên hevşaredariyê Şengul Polat, Erkan Acar li gundê Baz, Arek, Herîsan, Hespistan ên navçeyê bi gel re civiyan. Wekîla HDP’ê Mûazzez Orhan li gundan xîtabî gel kir û banga çûyîna ser sindoq û xwedîderkietina li îradeya xwe li gel kir.