Namzetên Agiriyê bi gel re civiyan
Namzetên hevşaredariya Agiriyê li taxan bi gel re civiyan. Abdûrrahman Dogar got; “Baweriya me heye ku em ê serketineke mezin bi dest bixin. Ji ber ku em zarokên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê ne.”
Namzetên hevşaredariya Agiriyê li taxan bi gel re civiyan. Abdûrrahman Dogar got; “Baweriya me heye ku em ê serketineke mezin bi dest bixin. Ji ber ku em zarokên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê ne.”
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdrûrrahman Dogar li Taxa Yuzuncu Yilê beşdarî pîrozbahiya gel bû. Parlementerên HDP’ê Berdan Ozturk û Dîlan Dîrayet Taşdemir û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de dirûşmeya ‘Agirî ya me ye’ deng veda û Abdûrrahman Dogar axivî û got di dîroka Agiriyê de her tim serketin heye. Dogar wiha domand; “Baweriya min heye ku di vê demê de em ê serketinekî mezin bi dest bixin. Ji ber ku em zarokên Melayê Cizîrî û Ehemdê Xanê ne.”
Dogar bi domdarî got; “Têkoşîna mazlûman wê bi serketinê bi encam bibe. Ji 15 mîlyon mirovî re dibêjin terorîst. Li welatê ku Serokkomarekî wiha heyî em xebatên hilbijartinê dikin. Baweriya min heye ku em ê 31’ê Adarê de şimaqekê mezin li wan bidin.”
Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî namzetê AKP’ê yê Agiriyê Savci Sayan îşaret kir û got; “Ew bi xwe li her derê dibêje ‘ez zarokê we me’: Evladê we Leyla Guven a bi mehane di greva birçîbûnê de ye. Evladên we Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş e. Abdûrrahman Dogar û Yelîz Karaaslan e.”
Pîrozbahiyê bi govendê dewam kir.