Mizrakli: Aştî û aramî bi Ocalan dibe

Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Selçûk Mizrakli got, pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê roj bi roj giran dibe û destnîşan kir ku aştî û aramî bi Ocalan dibe.

Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Selçûk Mizrakli derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xemsariya CPT, ji ANF'ê re axivî.

'ÇARESERÎ BI OCALAN DIBE'

Mizrakli da zanîn ku li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêka Kurd giran dibe  û dikeve merheleyek cuda. Mizrakli anî ziman ku bi şer hewl didin ku rastiya pirsgirêka Kurd ji holê rakin û got: "Tekane kesê bikare ji bo pirsgirêka Kurd projeyan biafirîne Birêz Ocalan e û dixwazin têkiliya Ocalan bi civakê re qut bikin. Çareserî û aramî bi Birêz Ocalan dibe. Pirsgirêka gelê Kurd pirsgirêkek siyasî ye û ev ji bi rêya siyasetê û bi muxatabên wê re wê bê çareserkirin. Di Newroza dîrokî ya sala 2013'an de bi 'Manîfestoya Demokratîk' re Birêz Ocalan bi peyama xwe bandorek mezin li Tirkiyeyê û tevahiya dinyayê kir. Birêz Ocalan bi vê 'Manîfestoya Demokratîk' dawî li şer anî û li seranserê welêt rewşeke aram rû da."

'PÊŞÎ LI RÊYA AŞTIYÊ TÊ GIRTIN'

Mizrakli bilêv kir ku bi salane Birêz Ocalan bi tena serê xwe li hucreya yek kesî de tê girtin û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmehê heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha heyet nikarin biçin Îmraliyê û nikare diyalogê bi derve re bikin. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha malbat bi ti awayî agahiyê ji Ocalan nastîne. Herî dawî Mehmet Ocalan 11'ê Îlona 2016'an çû Îmraliyê û ji wê demê ve bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ev biryarên li Îmraliyê derqanûnî û derhiqûqî ne. Di nava ti rêgezên hiqûqî de xalek weke îzolasyon dikare bê pêkanîn tine ye. Şert û mercên Birêz Ocalan tê de ye îzolasyone. Hemû mafên Ocalan tên binpêkirin û li gel vê jî pêşî li hemû rêyên aştiyê tê girtin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan gefa li dijî aştiyê ye. Tecrîda li ser Ocalan veguheriye tecrîdkirina aştiyê. Li hemberî tecrîdê divê her kes bi berpirsyarî tevbigere."

'CPT'Î JI ARMANCA XWE DÛR KETIYE'

Mizrakli destnîşan kir ku erka Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ew e ku rê li pêş êşkenceyê bigire, lê li hemberî êşkenceya li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdê de ji armanca xwe dûr ketiye. Mizrakli da xuyakirin ku der barê tecrîdê berpirsyarî dikeve li ser milê hemû welatên cîhanê û got: "CPT'î bi nêzîkatiya xwe nîşan dide ku biryarên dewletê girtine erê dike. Di çarçoveya serdana girtîgehan de hate zanîn ku di sala 2018 – 2019'an ti serdanên CPT'î wê ji bo Îmraliyê çênebin. Gelê Kurd bi sedan caran CPT'î hişyar kir û gumanên xwe anî ziman."