Mexmûriyan serdana şîna Soro Gabar kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Soro Gabar konê sersaxiyê hate danîn. Şêniyan serdana kon kirin û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar (Vedat Otun) ku di sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, konê sersaxiyê hate danîn.

Şêniyên wargehê serdana konê sersaxiyê dikin, ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.

ŞEHÎDÊ SÊYEM Ê MALBATÊ

Bedran Pîranî destpêkê di keseyata Şehîd Soro Gabar de hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Di her şehadeta ku çêdibe de îrade û hêza me xurtir dike. Dil dixwest qet şahadet çêne be, lê ti welat bê berdêl nayên azadkirin. Ev ciwanê sêyem ê malbatê ye ku şehîd dikeve. Gelê Kurd li hember qirkirinê li berxwe dide. Ji bo ku em bikaribin ala wan a ku di nîvî de hêlane bilind bikin û bigihînin serkeftinê, îro çi ji me tê xwestin divê em pêk bînin. Yaku şehîd ji me dixwaze jî eve. Pêwîste em li ser fikir û bîrê wan azadiya Rêbertiya xwe ya fîzîkî mîsoger bikin. Serê Serokatî, hevrêyên Şehîd Soro û malbata hêja sax be.”

Piştî axaftina Bedran Pîranî li ser navê malbatê jî birayê Şehîd, Haşim Otun axivî.

‘ŞEHADETA BIRAYÊN MIN, ME SERBILIND DIKE’

Haşim Otun di destpêka axaftina xwe de xêrhatina xelkê amade kir û wiha pêde çû: “Şehateta hersê birayên min me na êşîne, me serbilind dike. Wek malbata şehîd daxwaza me ji gelê Kurd ew e ku em li şehîdên xwe xwedî derbikevin û di rêya wan de têbikoşin. Îro Serokatiya me di bin tecrîdek girankirî de ye divê ji bo azadkirina Serokê xwe em têkoşînê bilind bikin. Serê Serokatî, rêhevalên şehîd û gelê amade sax be.”

Li konê sersaxiyê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.