Meseleya Kerkûkê dîsa gur bû

Nûnerên YNK’ê yên Kerkûkê li ser hev diyar kirin ku ji ber beşdarnebûna endamên PDK’ê û venegerîna wan, meclîsa bajêr a Kerkûkê nikare bicive. Kemal Kerkûkî yê ku berpirsê Kerkûk-Germiyan ê PDK’ê ye diyar kir ku di van şertan de PDK ew ê venegere Kerkûkê.

Di rojên borî de endamê polîtburoya YNK’ê û berpirsê rêxistina li Kerkûkê Aso Mamend diyar kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên li Kerkûkê ew bi PDK’ê re hevdîtinan dikin.

Serokê Meclîsa Bajêr ê Kerkûkê Rêbwar Talabanî jî diyar kir ku ji ber kêşeyan civînên meclîsa bajêr nayê kirin û bal bir ser vî tiştî ku endamên meclîsa bajêr ê Kerkûkê tevlî civînan nabin. Rêbwar Talabanî diyar kir ku ji 16’ê Cotmeha 2017’an û heta niha li Kerkûkê civînên meclîsa bajêr nayên lidarxistin.

Endamê Meclîsa Bajêr ê Kerkûkê yê YNK’ê Elmas Fazil jî diyar kir ku ji bo endamên meclîsê yên PDK’ê vegerin Kerkûkê ew hewl didin û ji bo civandina meclîsê divê endamên PDK’ê vegerin.

YNK hewl dide PDK vegere Kerkûkê û gelek caran ji bo vegerê bang li PDK’ê kir. Endamên PDK’ê yên meclîsê diyar kirin ku ji bo vegera wan divê PDK biryarê bide.

Endamê Meclîsa Bajêr ê Kerkûkê yê YNK’ê Elmas Fazil got ku, “Heke ew dibêjin em lîsteya Kurd û biratiyê de ne divê tevlî meclîsa bajêr a Kerkûkê bibin. Wê demê ew ê hejmara endaman temam bibe em ê karibin waliyekî nû hilbijêrin.” Ji ber ku endamên PDK’ê yên meclîsa bajêr a Kerkûkê venegeriyane, waliyê Kerkûkê hê jî nehatiye hilbijartin. Waliyê niha Rakan Saîd Cûbûrî  ji aliyê Iraqê ve piştî 16’ê Cotmehê hatibû peywirdarkirin.

KEMAL KERKÛKÊ BERSIV DA YNK’Ê

Kemal Kerkûkî yê ku li ser navê PDK’ê berpirsê Kerkûk-Germiyanê ye got ku, “Kerkûk bajarekî dagirkirî ye. PDK di van şertan de ew ê venegere Kerkûkê.” Kerkûkî bêyî ku nav bide got ku, “Îxanetkar piştî 16’ê Cotmehê tevî kesên ku hewl didan Herêma Kurdistanê ji holê rakin, tevgeriyan. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li hev kirin û Kerkûk teslîm kirin.”

Ev daxuyanî diyar dike ku PDK û YNK li ser Kerkûkê li hev nekirine. Daxuyaniyên tund ên Kemal Kerkûkî diyar dike ku ew ê meseleya Kerkûkê dîsa gur bibe û were rojevê.

ÇARESERNEKIRINA MESELEYA KERKÛKÊ LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN KURDAN E

Ji ber çaresernerkirina meseleya Kerkûkê, Kerkûk jî tê de di 16’ê Cotmehê de Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî herêmên Mendelî, Xaneqîn, Xûrmatû, Daqûqê hatin dagirkirin û ji aliyê waliyê ku hatibû peywirdarkirin 12 hezar malbatên Ereb li herêmê hatin bicihkirin. Tê diyarkirin ku li van herêman 47 berpirsên Kurd ji peywirê hatine stendin.Tê dîtin ku çaresernekirina meseleya Kerkûkê li dijî berjewendiyên Kurdan e.