Mamê Gezen: Zulkuf çalakiya fedayî kiriye!

Mamê Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û şehîd bûyî got, "Li gorî agahiyên parêzeran ji girtîgehê wergirtî Zulkuf, çalakiya fedayî pêk aniye." Mamê Gezen, diyar kir ku polîsên Tirk destûr nedaye nimêja wê bê kirin. 

Cenazeyê Zulkuf Gezen ê di Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 ya Tekirdagê dihat ragirtin û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirî û şehîd bûyî, duh bi şev li balafirgeha Ataturk hate destserkirin û bê agahiya malbata wî anîn Amedê. Cenazeyê ku dihat payîn danê sibe bi balafira saet 09.50 bê Amedê, ji morga balafirgeha Ataturk hate destserkirin û saet 00.20’î de anîn Amedê. Piştî ku cenaze anîn Amedê polîsên ku li malbata Gezen geriyayî gotin, “Em ê îşev cenaze defin bikin. Hûn dixwazin tevlî bibin, dixwazin tevlî nebin.”

CENAZE BI ZORÊ HAT VEŞARTIN!

Malbat ku bi parlamenterên HDP’ê çûyî ku cenaze bigirin, li balafirgeha ku bi sedan polîs û wesayîtên zirxî hatî dorpêçkirin, hatin astengkirin. Polîs cenaze bi wesayîta ranger û wesayîtên polîs ên sivîl girtin birin Goristana Yenîkoyê. Goristana Yenîkoyê ji hêla polîsên Tirk û wesayîtên zirxî ve hate dorpêç kirin, nehiştin ku ji bilî endamên malbatê ti kes bikeve goristanê û bi zorê cenaze veşartin. 

DOZGERÎ HAT DEREWANDIN

Li aliyê din duh bi şev Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê diyar kiribû ku çalakiya Gezen bi tecrîdkirina Ocalan re eleqeya xwe tune ye. 

Lê belê mamê Zulkuf Gezen, Ahmet Gezen, diyar kir ku ev daxuyaniya serdozgeriyê ne rast e û got, “Zulkuf 1’ê Adarê xwestibû tevlî greva birçîbûnê bibe. Lê belê hevalên wî ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristyê destûr nedabûn. Refakatiya hevalên xwe yên di grevê de dikir. Li gorî agahiyên ku parêzer ji girtîgehê girtî, Zulkuf çalakiya fedaî kiriye.”

Mamê Gezen got, “Me cenaze duh bi şev dabû morga balafirgeha Ataturk û wê sibehê saet bi balafira 09.50 bianiya Amedê. Lê belê hêzên dewletê bi şev saet 23.00’î de hatin mala me ya Amedê û gotin ku cenaze anîne. Gotin ku keseke bi navê Aysun refakata wî dike. Lê belê ji malbatê keseke bi navê Aysun tine. Gotin, ‘heke hûn bên cenazeyê xwe li balafirgehê bigirin werin, em ê ji bo tedbîrên ku sibê bûyer neqewimin, cenaze veşêrin.’ Gotin ku me gor amade kirine, mele anîne û heke malbat beşdar nebe, wê cenaze rakin.”

‘JI NIMÊJ Û DUAYAN JÎ TIRSIYAN!’

Mamê Gezen diyar kir ku ji bo cenaze bigirin çûne balafirgehê û wiha domand, “Em ji balafirgehê heta Goristana Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan de çûn. Nehiştin ku parlamenter jî xwe bigihînin goristanê. Me bi xwe cenaze şûşt. Em tenê 4 kes tevlî nimêja wî bûn.

Ji mizgeftê heta goristanê jî nehiştin ku em cenaze bi ambulansê bibin. Gotin mesaiya ambulansan qediyaye. Ev konsepteke. Wê heman tiştî li cenazeyên wiha bikin. Nehiştin xizmên wî jî tevlî merasîma wî ya cenaze bibin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.!"

DESTÛR NEDAN META WÎ JÎ

Meta Gezen Behiye Bulut a duh bi şev ji bo beşdarî merasîma cenaze bibe çû Goristana Yenîkoyê lê belê polîsên ku goristan xistî dorpêçê destûr nedan ku tevlî merasîma cenaze bibe.