Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne

Malbatên Roboskiyan lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 346’an de jî dewam kir. Malbatan carekî din banga edaletê kir û gotin: “Em ti carî li gel kesên ku berpirsên qetlîama Roboskiyê diparêzin li heman keştiyê siwar nabin.”

Malbatên 34 zarokên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn di hefteya 346’an de jî lêgerîna edaleta xwe domandin. Li ser navê malbatên li ser gorên zarokên xwe hatin ba hev Velî Encû daxuyanî da.

Encû bibîr xist ku ew 346 hefte ne ku lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û diyar kir ku berpirsên qetlîama Roboskiyê diparêzin û dixwazin Roboskiyê bidin jibîrkirin, lêgerîna me ya edaletê wê bidome.

 Encû destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên dana jibîrkirin we jibîr nakin. Encû daxuyakirin ku wê qet li gel yên ku êşa wan a ev 346 hefte ne dijîn, dîsa bêhiqûqî û edaleta ji nedîtî ve tên li heman keştiyê swar nebin.

Encû bang li her kesê xwedî wijdan kir ku li gel wan di lêgerîna edaletê de bin.