Malbatên Roboskiyê: Ew ê têkoşîna me bidome

Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê, wekî her Pêncşem îro jî domiya. Malbat îro cara 350’emîn hatin ba hev û diyar kirin heta ku berpirsyarên qetlîamê werin darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê ji ber bomberdûmana balefirên şer 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Lêgerîna edaletê ya malbatan kete hefteya 350’emîn.

Malbat çûn ser gorên xizmên xwe û dia xwendin. Malbatan li vê derê daxuyanî dan û diyar kirin ku, “Bi salan e em nobeta edaletê li dar dixin lê desthilatdarî li daxwazê me guhdar nake. Vê dosyeya dozê ji binî ve girtin. Têgehên wekî demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û edalet ji holê rakirin. Lê lêgerîna me ya edaletê ew ê heta dawiyê bidome.”

Malbatan gotin ku, “Em ê rastiyan bibêjin û şaşiyên wan bidin rûyê wan” û diyar kirin heta ku berpirsyarên qetlîamê werin darizandin ew ê dev ji daxwazên xwe bernedin.