Malbatên girtiyan: Zarokên me mafdar in; divê demildest tecrîd rabe!

Malbatên girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne, ji mirina Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kiri, her kes berpisyar dît. Malbatan diyar kirin ku demildest divê tecrîd rabe û peyama; “Em li pey zarokên xwe ne û ji rêya wan venagerin” dan.

Malbatên girtiyên ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger de ne, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Malbatên girtiyan, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘NE ÇALAKGER DEWLET SÛC DIKE’

Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Zeytûn, anî ziman ku wan bi dehan car got pêkanînên taybet ên li ser kesan ne hiqûqiye û wiha bilêv kir: “Lê wan di tecrîdê israr kirin. Ji ber vê di 1’ê Adarê de li tevahiya girtîgehan ji 5 hezarî zêdetir girtşyan dest grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger kirin. Dîsan çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven berdewam dike. Em weke parazvanên mafê mirovan, dixwazin bi desthilatdarî û Wezareta Dadê bibîr bixin ku ev daxwaz ne sûcin. Ne. Bereva jî astengiyên li hemberî van mafan sûc in. çalakger dewlet sûcê dike. Ev li dijî qanûna bingehîne.”

‘ERDOGAN LI SER XWÎNA ZAROKÊN ME SIYASETÊ DIKE’

Dayika girtî û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Naîfe Yîgît jî, diyar kir ku bi salane li vî welatî dilê dayikan dişewite û wiha axivî: “Lê dîsan jî me dayîkan dest ji daxwaza aştiyê berneda. Leyla Guven nêzî 5 mehan e di greva birçîbûnê de. Bi hezaran ciwan niha di grevên birçîbûnê dene. Tişta dixwazin rakirina tecrîdêye. Me dayikên aştiyê tim ji bo aştiyê destên xwe dirêj kirin, lê dewlet û hikumeta AKP’ê gavek bi tenê jî ne avêtin. Erdogan her roj li ser ekranên televîzyonê, li ser xwîna zarokên me siyasete dike. Zarokên me ji mirinê re bedenên xwe razandine û dewlet jî li hemberî zarokên ker û lal bûye. Ev li dijî mirovahiyê ye. Em ji vê derê bangî Wezareta Dadê dikin ku tecrîdê rakin û dengê qîrîna mirinê bibihîsin. Em dayikin. Ne mimkune ku em zêdetir li hemberê vê rewşê li ber xwe bidin. Ji mirinên girtîgehan hemû kes berpirsin.”

‘EM Ê DEV JI RÊYA ZAROKÊN XWE BERNEDIN, EM Ê LI PEY RÊYA WAN BIN’

Yîgît, anî ziman ku Zulkuf Gezen ligel hemû nêzîkatiyan jî, ji bo rakirina tecrîdê û jiyanek azad canê xwe feda kir. Yîgît, destnîşan kir ku ew naxwazin cenazeyek din ji girtîgehan derbikeve  û ev bang li raya giştî kir: “Em bang li Serokkomar Erdogan dikin, îro tu welatekê bi rêve dibî, lê tu tenê li ser xwîna zarokên me siysetê dikin û canê zarokên me dikî mijara bazarê. Me dayîkên aştiyê, berî çand salan, leçekên xwe yên spî yên sembol aştiyê avêtin erdê. Tenê daxwazek me hebû. Me xwest em weke mirovan bijîn û dinava aştiyê de bijîn. Lê her tim ev daxwaza me bê bersiv ma. Em naxwazin dayîk bigirin. Rengê rondikên çavên dayîkan nîne. Em dixwazin hemû kes ji bo zindanan dengê xwe bilind bikin û daxwazên wan bê qebûlkirin. Em ê dev ji rêya zarokên xwe bernedin û heta dawiyê li pey rêya wan bin.”