Malbata Zulkuf Gezen agirê Newrozê vêxist

Agirê Newrozê yê li Amedê ji aliyê malbata Zulkuf Gezen ve hate vêxistin, ku Gezen ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kiribû.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" pêk tê. Bi sedan hezar kes li qada Newrozê ya Amedê li hev civiyane.

Agirê Newrozê yê li qadê ji aliyê malbata Zulkuf Gezen ve hate vêxistin. Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakiya fedayî kiribû.

Dema ku agir hate dadan bi sedan hezar kesên li qada Newrozê dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye", "Bijî berxwedana zindanan" û "Zulkuf Gezen bêmirin e" qîriyan.