Li Yilmaz û Oncu 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Li Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Rûniştina biryarê ya doza Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu ku piştî erkên wan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ê Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin, hatibûn girtin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate dîtin. Hevşaredar beşdarî rûniştinê nebûn, lê parêzerên wan amade bûn.

Di rûniştinê de piştî xwendina belgeyan, dozger daxwaza cezakirina hevşaredaran kir. Parêzer Azad Yildirim li dijî mutalayê mafê axaftinê girt.

Piştre, Parêzer Erdal Kûzû parastin kir û diyar kir ku piranî delîlên di îdianameyê de bi belgeyan vala derxistine.

Parêzer Necat Çiray jî gotina Wezîrê Hitler ê Propagandayê Gobbels, “Derewek çiqasî mezin be, ewqas bi bawertir e” bi bîr xist û got, “Hemû îdiayên di dosyayê de derew in.”

Parêzer Ferhat Îbrahîmoglû destnîşan kir ku lêpirsîn bi temamî li dijî HDP’ê hatiye destpêkirin û diyar kir ku dadegehê li gel parastin û daxwazên wan jî heta niha tu gav neavêtiye.

Parêzer Şeyhmûs Taşkin jî xwest ku Oncu were berdan.

CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Şandeya Dadgehê di der barê Elîk de doza ku di sala 2011’an de li dijî Elîk hatibû vekirin û bi dosyayê re hat girêdan de biryara beraetê da. Dadgehê, di dosyaya sereke de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Oncu û Elîk birî û biryara berdewamkirina qedexeya derketina derve da.