Li Xakurkê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin

Tîmên bi tevger ên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

1'ê Sibatê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

29, 30, 31'ê Çileyê û 1'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, qada Çemço ya ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê û li nêzî gundê Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."