Li Wanê heta hilbijartinan her roj Newroz e

Partiyên Kurd ên ku tifaqa hilbijartinê kiribûn û rêxistinên civakî yên sivîl li Wanê deklarasyona Newrozê eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê wê li Wanê wê Newroz ji 21’ê Adarê heta 31’ê Adarê bidome.

Partiyên tifaqa kurd, li gel KCD, TJA, HDP û DBP'ê, deklerasyona Newroza 21'ê Adarê ya Wanê eşkere kirin. Civîn li avahiya HDP'ê ya Wanê pêk hat. Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadişen Karabulak û Umît Dede, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Okkeş Kawa, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Mukades Karakoç, Fikret Dogan, Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, Aktivîstên TJA û Hareketa Azadî Mehmet Akdogan amade bûn. 
Li ser navê pêkhateyan Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan daxuyanî da. Orhan ewil Zulkuf Gezen bi bîr anî yê ku li Girtigeha Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anî. Orhan, anî ziman ku Newroz ne tenê zindîbûna xwezayê ye. Di heman demê de raperîna li dijî astengiyan e yên ku civak dorpêç kiriye û got: " Em ê di salvegera 2631'emîn de Cejna Newroza 21'ê Adara 2019'an a raperîn û berxwedana Gelê Rojhilata Navîn pîroz bikin. Newroz di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelê bindest sembola raperîn û berxwedanê ye. Partiya me wê îsal bi dirûşmeya 'Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" pîroz bikin. Newroz wê îsal di bin pêşketinên dîrokî de bê pîrozkirin. Newroz ji bo gelê kurd xwedî rol û mîsyonek dîrokî ye. 

‘NEWROZ RAPERÎN E’

Orhan, anî ziman ku Newroz raperîn, berxwedan, azadî û serhildan e û wiha lê zêde kir: "Newroz di têkoşîna 40 salan de îro li hemû cîhanê tê pîrozkirin. Bi taybetî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina rêzdar Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Her roj berxwedan mezin dibe û belav dibe. Şikandina tecrîde û bi berxwedanê pêkan e. Divê hikûmet jî guh bide vî dengî û zagonê xwe pêk bîne. Rakirina tecridkirina rêzdar Ocalan ji bo hemû gelê Tirkiyeyê wê bibe bêhn û aramî. Ji 2015'an heta niha li ser rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdek mutlaq û li diji hiqûqê tê meşandin. Ger ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan bê şikandin wê faşîzm bişikê û rê li pêş demokrasî û azadiyê vebe. Îo tecrîd li hemû welat belav bûye. Tecrîdê aborî têk biriye. Çandinî xelas kiriye. Îro li Gundê Baxozê ya Dêra Zorê, Kobanê, Cizirê, Cerrahtepe û gelek deverên din li dijî xerabiyê gel li ber xwe didin.” 

‘NEWROZ ROJA HÊVIYÊ YE’

Orhan, da zanîn ku wê di 21'ê Adarê de li dehan bajar û sedan navçeyan Newrozê pîroz bikin û wiha bi dawî kir: "Newroz roja biryar û heviyê ye. Em de li dijî Dehaqên ku îro dixwaze me dîl bigirin û zextan zêde dikin, bi ruhê Kawayan roja wêrekî, hevî û têkoşînê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû evîndarên azadiyê dikin ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Newroz hêvî, wêrekî û azadî ye. Em bi milyonan bi hev re vê wêrekî, heviyê li çar aliyê cîhanê belav bikin. Em bang li gelê Wanê dikin ku di 21'ê Adarê de li tenişta Parka Keleha Wanê tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Li Parka Çandê (Parka Newrozê) saet di 10.00’an de pîrozbahiya Newrozê wê dest pê bike."