Li Wanê bertîla hilbijartinê ya AKP’ê: ‘Çeka danûstendinê’

Rejîma AKP’ê ya ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi zext û zorî û bertîlan didomîne, ji ser şaredariyên ku xesp kiriye bi ‘çeka danûstendinê’ dest bi belavkirina bertîlan kir.

Desthilatdariya AKP’ê di çarçoveya dek û dolabên hilbijartinê yên li Wanê de, qeydên hilbijêran diguherîne, ji bajarên din hilbijêran tîne Wanê û ji xeynî girtin û zextan niha jî bertîlan belav dike.

AKP’ê ya ku di salên berê de komir û miqarna belav dikir, niha jî li Wanê dest bi belavkirina ‘çekên danûstendinê’ kiriye.

Şaredariya Rêya Armûşê ya ku qeyyûm ew xesp kiriye, roja Duşemê êvarî li taxan ‘çekên danûstendinê yên 100 lîra’ li gel belav kir. Şêniyan nerazîbûn nîşanî qeyyûman dan û ‘çekên danûstendinê’ red kirin.