Li Tozan û Başaranê gelek kes hatin destgîrkirin

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Îdirê jî di nav de gelek kes li navçeyên Tozan û Başaranê hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Tozan û Başaranê yên Îdirê, di serdegirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Îdirê Şemam Kalkan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Îdirê.

Kesên hatine destgîrkirin: Hevserokê DBP'ê yê Îdirê Şemam Kalkan, rêveberên HDP'ê Kemal Kûm, Nûrî Îrkîn, Ahmet Karaca, Abdullah Tosûn, Neşe Gul Can, Alîcan Celayîr, namzetê HDP'ê yê ji bo endametiya Meclîsa Giştî ya Bajêr Mehmet Siddik Kirang û Halîs Guney.