Li seranserî Başûrê Kurdistanê  şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn

Di serî de li Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û gelek navendên Başûrê Kurdistanê şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn.

Ji bo 31’emîn salvegera Komkujiya Helebçe li seranserê bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di saeta ku komkujiya Helebce pêkhatî ango saet 11:00’an de li navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan rawestiya.

KERKÛK

Nûnerên aliyên siyasî yên Kerkûkê li ber qeleya Kerkûkê kombûn û şehîdên Helebeyê bibîr anîn.

KELAR

Koma Hunerî ya Estêreyan li Germiyan rêze çalakiyek şanogerî li hola Werzîş û Lawan ya Germiyanê nîşanda.

HEWLÊR

Li bajarê Hewlêr jî bi heman awayî rêze çalakiyek pêkhat. Li Hewlêr bi rêya şanoyê li ser şeqaman behsa êşa jinên Êzidî û sûcên kîmyabarana Helebceyê hate kirin. Piştî wê jî bajar 5 deqeyan bêdeng rawestiyan.

RANYA

Di nava bazara navçeya Ranya de jî 5 deqe jiyan rawestiya û şehîdên Helebceyê hatin bîranîn.

SÎDEKAN

Li Sîdekanê jî li ser kîmyabarana Helebe şano hatin nîşandan û şehîdên Helebce hatin bibîranîn.