Li Rihayê 10 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Pirsûs û Hewag ên Rihayê 10 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Pirsûs û Hewag ên Rihayê 10 kes hatin destgîrkirin.
Operasyona qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a li Kurdistanê bê navber dewam dike.
Di serdegirtina jendermeyên Tirk a li navçeya Hewag a Rihayê ya danê sibê de, Mûhîttîn Kara, Hasan Kara, Mehmet Kara, Mîrkan Kara û Mehmet Çelîk hatin destgîrkirin.
Li navçeya Pirsûsê jî Encumenê Şaredariya Pirsûsê Mehmet Polat, Rêvebera Navçeya Pirsûs a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nûr Ceyran, Salih Dag, Cûma Demîr û Mehmet Tavas j hatine destgîrkirin.
Hate ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin birine Fermandariya Jendermeyan a Pirsûsê.