Li Newroza Qendîlê peyamên yekîtiya neteweyî hatin dayîn

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê hate kirin de, peyamên yekîtiya neteweyî hatin dayîn û ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Di pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê de ku hîn berdewam dike, gelek peyam hatin dayîn. Bi taybet bi van peyaman de banga yekîtî û têkoşîna li dijî dagirkerî û tecrîdê hatin kirin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîl Mihemed Hesen li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axivî û di serî de xêrhatina kesên amade kir û Newroz pîroz kir. Mihemed Hesen got; "Hêvîdarim ku ev Newroz bibe wesîleya yekîtiya Kurdan.

Piştre Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Şîlan Şakir axivî û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê, şervanan û gerîla silav kir û diyar kir ku bingehê Newroz, berxwedan, serkeftin û azadiye.

Herwiha Tevgera Goran peyama pîrozbahiyê pêşkêş kir.

Herwiha peyama şandeya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Miryem Îbrahîm hate pêşkêş kirin. Di peyamê de cejna Newrozê li gelê Kurd, Ereb, Asûrî û Sûryan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîroz kirin.

Miryem Îbrahîm got; "Abdulah Ocalan netenê Rêberê gelê Kurd e, ew rêberê hemû gelên azadîxwazên cîhanê ye. Pêwîste rêxistinên cîhanê yên mafên mirovan li hemberî rewşa Ocalan bêdeng nemînin."

Herwiha bavê Şehîd Başûr Soran, Mam Hadî li ser navê Malbatên Şehîdên Başûrê Kurdistanê axivî û got; "Sê dijminên me yên sereke hene. Ew an jî dewletên Tirk, Ereb û Faris in. Lê heta dilopek xwîna me mabe, emê xebat û berxwedanê bikin."

Di pîrozbahiyê de Şeyma Ednan a li Germiyanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye li ser çalakgerên Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û hemû çalakgeran pîroz kir û wiha domand; "Wê çalalkiyên me berdewam bikin. Emê tecrîdê bişkêninin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin. Bi ruhê berxwedana Leyla Guven û Şêladizê emê Newrozê bikin Newroza serkeftinê."

Piştre li ser navê Civata Îslamî ya Demokratîk Mela Nadir axivî û Newroz li Leyla Guven û tevahiya çalakgeran pîroz kir û got; "Gelê Kurd gelekî zordar nîne. Lê, ger dewletên cîran êrîşî bikin, wê xwe biparêzin. Emê di Newrozê de serkeftinê îlan bikin. Timî Cejna Newrozê cejna serkeftina Kurdan bû. Niha jî em Newrozê pîroz dikin, bi boneya şikandina çeteyên DAÎŞ'ê."

Eşîrên Sorçî û Caf peyamên pîrozbahiyê dan. Herwiha Mela Saman Sengawî jî axivî.