Li Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd greva birçîbûnê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tê meşandin veguherî greva birçîbûnê.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin, vegeriya çalakiya greva birçîbûnê. Çalakî wê dorveger be û heya 8’ê Adara 2023’an dewam bike.

Çalakiya greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdisatanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Heserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yûsif Kara têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî.

Yusif Kara di axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya ku ev 24 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oalan û got: “Em di kesayeta heval Viyan de hemû şehîdên ku canê xwe ji bo Rêbertî û vê xakê feda kirîn, bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin. Wek tê zanîn em dikevin meha Sibatê, ev meh hem di aliyê pakrewanên ku ji bo keramet û mirovahiya pêşverû canê xwe fedakirine mehekî girînge û hem jî dîlgirtina Rêberê mirovahiyê Rêber Apo di vê meha reş de pêkhatiye û ev 24 salin di greva Îmraliyê de tê ragirtin. Tecrîda ku li ser Rêberê me tecrîdek ji rêzê nîne. Me gelek caran gotiye ne di dîroka cîhanê de, ne di ti împaratoriyan de û ne jî di belavbûna ti dînan de sîstema ku îro li Îmraliyê tê meşandin nehatiye pêkanîn. Çima vêya dikin? Ji ber ku Rêberê me Rêberê mirovahiyê, li hemberî modernîteya kapîtalîzmê ye, li beramberî komkujiya mirovahiyê ye, her wiha li hemberî ji holê rakirin û li ser keda mirovan jiyankirina sîstema mewcûd sîstemek nû ji bo mirovahiyê ji bo azadiya mirovahiya pêşverû çêdike. Dewletên faşîst ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj û gemar yên madî û siyasî vê sîstemê ji bo Rêberê me rewa dîtin û wek karkerekî dewleta qirker vêya bi destê NATO’yê pêk tîne.”

Yûsif Kara di berdewama axaftina xwe de îşaret bi çalakiya nobetê û vegerandina wê ya bi awayê greva birçîbûnê kir û wiha domand: “Eger em dibêjin kesek nikare roja me tarî bike, eger em dibêjin em li gel felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ne û wek jiyanek nû ji xwe re dibînin û dixwazin li ser vê bimeşin wê demê pêwîste em wek gelên Kurdistanî li hemberî vê faşîzmê, tecrîd û qirkirinê xwedî hewestekî zelal û bi bandor bin. Wek xelkê Mexmûr jî ev bi qasî 52 rojin wek çalakiya nobetê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta astekê tevlîbûna xwe jêre çêkir. Em ê ji niha û şunde vê çalakiya xwe vegerînin çalakiya greva birçîbûnê, bi vê boneyê em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin ji bo em demildest agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigrin, ji bo em dijminê xwe yê ku ti para xwe ji mirovahiyê negirtî bişkênin, divê em şev û rojê xwe di nava çalakiyên bi hêz de bin. Ji bo wê wek gelê Mexmûr emê di vê dema pêşiya xwe de çalakiya xwe bi şêwazê çalakiya greva birçîbûnê bidin domandin. Lê emê ti caran van çalakiyên xwe bes nebînin heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe.”

Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yûsif Kara çalakiya greva birçîbûnê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ destpê kir.