Li Kerkûkê li ser parastina jîngehê semînerek hate dayîn

Jineolojî ji bo parastina çand û jîngehê bi navnîşana ‘Erk û berpirsyariyên me yên li hember jîngehê’ semînerek da.

Li Pirtûkxaneya Karêz a Kerkûkê ji aliyê Jineolojî ve bi navnîşana ‘Erk û berpirsyariyên me yên li hember jîngehê’ semînerek hate dayîn.

Di semînerê de gelek çalakvan, ciwan, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr amade bûn.

Ewilê Çalakvanê Jîngehê Çêner Şîrko axivî û diyar kir ku bandora jîngehê li ser mejî, kêrhatî û asta civakê heye û got: “Jînge bandorê li ser kesayetiya mirov dike. Hemû pêkhateyên li nava jîngehê hev temam dikin, ji hev sûdê digirin.”

Li ser xeterî û guherîna li ser jîngehê ya ji aliyê mirovan ve jî Şîrko ev got: “Mirov bê jînge nikare bijî. Mirov beşeke ji jîngehê ye, bi vî rengî ku mirov nêzîkî jîngehê bibe, jiyan wê nikaribe bê domandin. Zenga xeteriyên li ser jîngehê lê didin, jîngeh tê qirêjkirin. Sîstema sermayedarî girîngî bi jînge nade, siberoja mirovan tine dike. Ev yek tenê qezenca hêzên sermayedarî ye. Ji bo vê niha hinek tevger û sazî ji bo parastina jîngehê ketine nava tevgerê.”

Çalakvanê Jîngehê Çêner Şîrko bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser jîngeha Başûrê Kurdistanê û ev got: “Dagirkerên Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîşî Kurd û jîngeha wan dike. Dewleta Tirk li sînorên Bakur û Başûrê Kurdistan rojane êrîş dike û çekên qedexe û kîmyewî bikar tîne li ser gerîla û jîngehê. Birîna darên daristanên Kurdistanê û şewitandina wê, avakirina kargehan a bê serûber, her wiha mezinkirina bajarvanî û girîngî nedana jîngehê dike ku çavkaniyên jiyanê kêm bibin.”

Di dawî de beşdarvanên semînerê nêrîn û pêşbîniyên xwe pêşkêş kirin.