Li girtîgeha Mereşê her roj gardiyan êrîşî girtiyan dikin!

Hate ragihandin ku li Girtîgeha Mereşê gardiyan her roj êrîşî berxwedêrên di greva birçîbûnê de dikin. Girtiyên bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, gotin dibe ku ji ber êrîşan mirov bimirin. 

Li Girtîgeha Tîpa T a Kayserî Bunyan girtiyên bi navê Aziz Yalçin, Ozkan Kart, Ramazan Sebuktekin, Haci Sincar, Ali Delabak, Ali Emirhani û Hikmet Çalakan ku ji 1’ê Adarê ve bi aramanca şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di grevê de bûn, 10’ê Adarê surgunî Girtîgeha Tîpa T Ya Mereş Turkoglu kirine. Girtiyên ku dema surgunkirinê de hatî derbkirin û êşkence li wan hatî kirin, li Girtîgeha Mereşê gardiyanan xwestiye wan tazî bikin. Ji ber ku girtiyan ev qebûl nekiriye bi zorê cilê girtiyan ji wan hatine xistin û hatine derbkirin. 

'DIBE KU MIRIN PÊK BÊN!'

Girtiyê bi navê Aziz Yalçin ê bi malbata xwe re bi telefonê axivî got, di hucreya yek kesî de tên ragirtin û rojê du car ji hêla gardiyanan ve tên derbkirin. Yalçin, diyar kir ku vîtamînên pêwîst jî nadin wan û ji ber derbkirinên gardiyanan rewşa wan a tenduristiyê ne baş e û dibe ku mirin pêk bên. Yalçin banga bihîstiyariyê li raya giştî kir ku divê demildest şandeyek bê li girtîgehê lêkolînan bike.