Li Geverê çalakî, li Wanê operasyon û şer

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li Geverê, şerê li Wanê û bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 18'ê Tebaxê saet 10:30'î, li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser girê Şehîd Gafûr ê navçeya Gever a Colemêrgê bû çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker pişî çalakiyê bi balafirên şer bombe li girê Şehîd Dîren barandin.

OPERASYONA LI ÇARÇELLA

Artêşa TC a dagirker roja 18'ê Tebaxê li derdora girê Meclîsê yê li herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Operasyona li herêmê hîn dewam dike.

LI WANÊ ŞER

Hêzên dagirker êvara 14'ê Tebaxê li derdora gundê Xencelos ê navçeya Elbak a Wanê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyonê kirin. Ji ber operasyonê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me de şer derket. Şer heta sibeha 15'ê Tebaxê dewam kir û gelek li leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê me Rizgar ku di şer de li dijî yekîneyên dijmin bi lehengî şer kir şehîd bû. Hevalê me Aras (Ramzan Korkmaz) jî dîl kete destê hêzên dijmin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bû:

Nasnav: Rizgar Mamedî
Nav paşnav: Yilmaz Polat
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Feyfûre-Kînyas
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tebaxa 2018 / Wan

BOMBERDÛMANA LI QADÊN GERÎLA

18'ê Tebaxê saet navbera 11:20 û 12:00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe derdora çemê Lolanê, girê Şekîf, geliyên Şêxzade û Arê yên herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.