Li gelek bajaran ji bo Zulkuf Gezen çalakî hatin lidarxistin

Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakiyeke fedaî kir, ji bo wî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê çalakiyeke fedaî kir. Cenazeyê Zulkuf Gezen hate revandin û ji bo wî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

MÛŞ

Rêxistina bajêr a HDP’ê ya Mûşê li avahiya partiyê daxuyanî da. Parlementerê Mûşê yê HDP’ê Mensûr Işık, endamên Meclîsa Partiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Işık diyar kir ku tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye û got ku, “Tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan li ser hemû gelan tê kirin. Bi rakirina tecrîdê de azadî û demokrasî dikare pêk were.”

CIZÎR

Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî, derbarê çalakiya Gezen de daxuyanî li ber avahiya partiyê da. Xizmên windayan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Selahattîn Kolanç, daxuyanî da û wiha axivî: “Li dijî gelê Kurd û nûnerên wê şerek taybet heye. Di şexsê Ocalan de tecrîda li ser gelê Kurd zêde kirin. Ji bo ku kesên mîna Zulkuf ji nava me neçin, divê em demildest bikevin nava liv û tevgerê.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehit namirin” bi dawî bû.

RIHA

Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Sêwreg, Serê Kaniyê, Wêranşar, Pirsûs, Bêrecûk, Xelfetî û Bozova yên Rihayê jî derbarê çalakiya Zulkuf Gezen de daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de daxuyaniyek hevpar hat dayîn û di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîd rabe û pêşiya mirinan bên girtin.

WAN

Li Wanê, Gezen hat bibîranîn û derbarê çalakiya wî de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber Buroya Hilbijartinê ya Tuşba hat lidarxistin. Ji HDP, KCD, DBP û TJA gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlementera HDP’ê ya bajêr Mûazzez Orhan, daxuyanî da û wiha axivî: “Em Gezen bi bîr tînin. Gezen li dijî polîtîkayên şer, înkar, tunekirinê û tecrîda girankirî dawî li jiyana xwe anî. Ji bo ku di çalakiyên grevên birçîbûnê de mirin pêk neyên, canê xwe feda kir. Cenazeyê Zulkuf Gezen revandin û destûr nedan wecîbeyên olî li ser cenazeyê wî bê kirin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku erka xwe bi cih bîne. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Îro Gezen meşaleya azadiyê ber bi astek nû ve geş kir û bûye deng û wijdanê hemû civak, gel û raya giştî ya  demokratîk.”

COLEMÊRG

Li navend û navçeyên Colemêrgê jî, daxuyanî hatin dayîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyan bûn. Parlementerê Colemêrgê Saîd Dede yê di daxuyaniya Colemêrgê de axivî, wiha got: “Zulkuf Gezen ji bo rakirina tecrîdê çalakiyek fedaî li dar xist. Em dibêjin rehma xwedê li hevalê me be, xwedî sebrê bide malbat, dost û hevalên wî.” Piştî axaftina Dede, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

AGIRÎ

Rêsxistina HDP’ê ya Agiriyê jî, xwest li qada Tahir Elçî ji bo Zulkuf Gezen daxuyanî bide çapemeniyê, lê polîsan destûr nedan. Li ser vê yekê civîna çepemeniyê li Buroya hilbijartinê hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê Berdan Ozturk, Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî civînê bûn.

Taşdemîr, di civînê de Gezen bi bîr anî û wiha axivî: “Faşîzma AKP û MHP’ê ev 4 meh in li hemberî grevên birçîbûnê xwe ker û lal kiriye. AKP li hemû cîhanê li ser navê Ola Îslamê diaxive. Behs a komkujiya Zelandeya Nû dike. Lê destûr neda ku wecîbeya olî yê cenazeyê hevalê me bê lidarxistin. Ev zilm e. Tenê yek daxwaza hevalên me yên di grevên birçîbûnê de heye. Dixwazin hiqûq bê naskirin û tecrîd bê rakirin.”

DÊRSIM

Rêxistina HDP’ê ya Dersimê jî, daxuyanî da. Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul, hevparên Yekitiya Şoreşgerên Dersimê û namzetên hevşaredarên bajêr Nûrşat Yeşil û Hidir Demîr beşdarî daxuyaniyê bûn. Kemal Bulbul, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Ocalan di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. Ev tecrîd ne nû ye. Gelê Kurd li dijî vê tecrîdê, li her derê têkoşîna demokrasiyê bi ve dibe û berdêla vê yekê giran bû. Em ber bi Newrozê ve diçin. Di sala 1982’yan de çalakiya Mezlûm Dogan li zindana Amedê kir, îro Zulkuf Gezen heman çalakî pêk anî. Wateya vê çalakiyê ev e. Zulkuf ji bo azadiya gelê xwe, rakirina tecrîdê ev çalakî li dar xist.

ÎZMÎR

Parlamenterên HDP'ê yên Îzmirê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çapnî jî di nav de endam û rêveberên HDP'ê bi heman armancê li pêş Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Konakê ya Îzmirê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Polisan ketin û derketina kolanê girt û çapemenî ji qadê dûr xist. Li ser vê yekê wekîlan bi telelefonên xwe dîmen kişandin û daxuyanî dan. Li vir Kemalbay, daxuyanî da û got: "Bêdengî dikuje, em bêdeng namînin. Em wekî gelên Tirkiye dixwazin ji bo aştî, demokrasiyê bijîn. Heta ku em li dijî tecritê bêdeng bin demokrasî pêş nakeve. "

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Dêrikê jî daxuyanî da û xwest tecrîd bê kirin. Rêveberê HDP’ê Salih Tekîn di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşa bi hezaran girtiyên di grevên birçîbûnê de. Tekîn, diyar kir ku Gezen bi vê çalakiya xwe, navê xwe li dîrokê nivîsand û wiha got: “Teqez e wê berxwedana gelê Kurd û doza azadiyê qezenc bike. Em ê tu carî Zulkuf Gezen ji bîr nekin. Zulkuf Gezen nemir e.”

MANÎSA

Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Bajarê Mezin ên Manîsa Hatîce Aslan û Nacî Sonmez jî li gel rêveberên partiyê hatin ber avahiya HDP'ê û li vir daxuyanî dan. Li ser navê endam û rêveberan Hevserokê HDP'ê Kerem Taylan daxuyanî da.

TÛRGÛTLÛ

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tûrgûtlû ya Manîsa jî ji bo piştgiriya Zulkuf Gezen li ber avahiya HDP'ê daxuyani da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê  Tûrgûtlû Cevher Ozdemîr jî wiha got: "Divê ji bo em bibin dengê Leyla Guven, Nasır Yagiz û hemû girtiyên zindanê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî vê zilmê bêdeng nemînin."

MÊRSÎN

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, derbarê çalakiya Zulkuf Gezen de, li avahiyên navçeyên Yenîşehîr, Tarsûs, Akdenîz û Toroslarê civînên çapemeniyê pêk anîn. Ji ber ku polîsan derdorên avahiyên lê daxuyanî hatin dayîn girtin, HDPi’yan bertek nîşan dan.

Di daxuya daxuyaniyan de dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin berzkirin.