Li Bakurê Kurdistanê felaketa erdhejê

Bajarên Bakurê Kurdistanê doh bi du erdhejên bi dijwariya 7.8 û 7.7 pileyî hejiyan. Bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hîn jî di binê xirbeyan de mane.

Bakurê Kurdistanê bi erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî doh dest bi rojê kir ku li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da. Ji Mereşê heta bi Amedê erdhejê bandor li qadeke berfireh kir. Danê nîvro jî vê carê li navçeya Elbistanê bi dijwariya 7.7 pileyî erdhejeke din rû da.

Herdu erdhejan ji Lazkiyeyê heta bi Meletiyê, ji Mereşê heta bi Amedê li qadeke berfireh bûn sedema hilweşîneke mezin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk di erdhejê de heta niha 2 hezar û 379 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara avahiyên hilweşiyan jî 6 hezar û 217 ne, tê texmînkirin ku hîn jî bi hezaran kes di binê xirbeyê avahiyan de ne. Şert û mercên giran ên hewayê bandoreke neyînî li karên rizgarkirinê dike.

Çavkaniyên ji herêmê radigihînin ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane û rayedarên dewleta Tirk hejmara rastî vedişêrin.

Erdhejê bandora herî giran li Mereş, Hatay û Dîlokê kir.

AFAD PIŞTÎ 15 SAETAN HAT BAZARCIXÊ

Li Bazarcixê ku erdhejê bandora herî giran lê kir, tîmên AFAD'ê derdora saet 19'an hatin navçeyê. Tîman li çar avahiyan dest bi karê rizgarkirinê kirin, lê li dehan avahiyên li navçeyê ti kar nayê kirin. Şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe karê rizgarkirinê bimeşînin û gelek xizmên qurbaniyan hîn jî li ber xirbeyê avahiyan e.

Nexweşxaneya Dewletê ya nû ku ji ber erdhejê xisar lê bû, tevî vê yekê jî li navçeyê xizmetê dide. Cenazeyên 60 kesî yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li nexweşxaneyê ne.

LI HATAYÊ 520 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Yek ji bajarên ku erdheja bi dijwariya 7.7 pileyî ya Mereşê bandora herî giran lê kir bajarê Hatayê bû. Li Hatayê 520 kesî jiyana xwe ji dest dan, 700 kes jî birîndar bûn. Bi qasî ku heta niha hatiye tespîtkirin hezar û 278 avahî li vî bajarî hilweşiyane û tîmên alîkariyê jî hînê xwe negihandine qadê.

Li Antakya, Kirikhan, Defne, Samandag û Skenderûnê jî tê gotin ku bi deh hezaran kes di binê xirbeyê avahiyan de mane. Bi taybetî pêwîstî bi betanî, kon û alîkariya xurekê heye. Tê gotin li bajêr avahiyek jî nemaye ku mirov karibin êvarê lê razên.

LI DÎLOKÊ 533 AVAHÎ HILWEŞIYAN

Li Dîlokê heta niha 533 avahî hilweşiya ne. Li gorî agahiyan 200 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li navçeyên Nûrdagi, Îslahiye û Şehîtkamîl hîn jî karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Li navenda bajêr karên rizgarkirina ji binê avahiya 6 qatî dewam dikin. Rêya Dîlok-Nûrdagi, di kîlometreya 20'î de hatiye girtin. Li navenda bajêr mirov ji bo petrol û nan ketine rêzê. Heta niha ti alîkarî negihîştiye herêmê. Li beşeke mezin a bajêr elektrîk qut bûye. Ji doh ve av li ser bajêr qut bûye. Şêniyên herêmê li rawestgehên otobusan, li parkan û kêleka rê hewl didin bi derfetên xwe agir dadin û xwe germ bikin.

SEMSÛRÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN

Li Semsûrê karên lêgerîn û rizgarkirinê nehatiye destpêkirin. Li bajêr ku bi sedan avahî hilweşiyane, gel bi derfetên xwe karê rizgarkirinê dimeşîne. Di nava rojê de bi dehan kes ji binê xirbeyan hatin derxistin, tê gotin ku hîn jî bi sedan kes di binê xirbeyan de ne. Karê ku gel bi derfetên xwe dikir bi şevê û baranê re sekinîn.

Tevî ku demeke dirêj di ser rûdana erdhejê re derbas bûye, hîn jî tîmeke rizgarkirinê negihîştiye bajêr. Tîmên şaredariyê ji ber ku kêm in, hîn neketine gelek taxan. Li bajêr elektrîk qut bûye. Li bajêr ku şebekeyên telefonê naxebitin, her wiha înternet jî qut bûye. Malzemeyên xwarinê nagihêjin bajêr.

NÎVÊ ELBISTANÊ HILWEŞIYA

Piştî erdheja duyemîn ku li Elbistanê rû da, nîvê avahiyên li navenda navçeyê ya hilweşiyan yan jî xisareke giran lê bû. Li navçeyê hejmara windahiyan di asteke giran de ye. Karên ji bo rakirina enqazê jî bi têrkerî nayê meşandin.

Li gundên Elbistanê jî di asteke metirsîdar de hilweşîn çêbû. Li gelek gundan ji ber hilweşîna axuran gelek heywan mirin, gelek xanî jî xisar lê bûn. Şênî dibêjin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê negihîştine herêma wan.

HILWEŞÎNA LI AMEDÊ GELEKÎ MEZIN E

Li Amedê li navçeyên Rezan, Bajarê Nû û Peyasê li 7 avahiyên hilweşiya ne, karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Li gorî daneyên nexweşxaneyên dewletê, li Amedê 49 kesî jiyana xwe ji dest dan, 562 kes jî birîndar bûn.

Li bajêr hin dibistanên taybet û qadên bi ewle li gel hatine vekirin, li sîteya pîşesaziyê jî hin atolyeyên tekstîlê deriyên xwe vekirine.

Qadên kombûnê yên li bajêr bi vî rengî ne:

"Koşuyolu Parkı, Körhat Parkı, Batıkent, Newroz Parkı, Kent Meydanı, Park 75, Tema Parkı, Park Orman Dicleket, Talaytepe Amedspor Kompleksi, Tenis Kortu, Halit Gülser Spor Kompleksi, Ayaz Düğün Salonu, Öner Koleji, Kaplan Açelya Düğün Salonu, Nesibe Aydın, Kevrim Koleji, Lider Koleji, Ekvator Akademi Koleji, Amerikan Kültür, Ortadoğu Koleji, Dağkapı Meydanı, Demirok Düğün Salonu, Diyarbakır Fuar Alanı, Anıt Park, Seyrantepe Toki Park, Seyrantepe Spor Kompleksi, Sümer Park, Gen Koleji, Eğitim Birimleri, Radikal Okulları, Düşünür Koleji, Öner Koleji Anemon Otel, Doğa Koleji, Kariyer Okulları, Ted Koleji."

LI RIHAYÊ 60 AVAHÎ HILWEŞIYAN

Li Riha û navçeyên wê jî gelek avahî ji ber erdhejên li Mereş û Dîlokê hilweşiyan. Li navenda bajêr û navçeyên Hewag, Berecûk, Pirsûsê 60 avahî hilweşiyan. Li navenda Rihayê li navçeyên Halîliye û Eyûbiyeyê nêzî 20 avahî hilweşiyan.

Hate ragihandin ku li navçeyên derve jî herî kêm 40 avahî hilweşiyane û gelek kes di binê xirbeyê avahiyan de mane.

LI ROJAVA JI BER ERDHEJÊ GELEK KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Erdhejên bi dijwariya 7.8, 6.5 û 6.4 pileyî yên li Mereş û Dîlokê rû dan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê jî bûn sedema hilweşîn û mirina mirovan.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan ji kesên jiyana xwe ji dest dane sê kes Sandra Îbo (11), Rewan Îbrahîm (16) û Xalid Hemo (28) in. Li heman taxê yek jê zarok 11 kes jî birîndar bûn.

Li Kobanê 3 kes birîndar bûn. Sultan Ebullah Calo ( 23), Emîne Hec Muslim (52) û Ferhad Mehmûd Mistefa (25) ên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li Minbicê 3 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Tê gotin rewşa yek ji birîndaran giran e.

Li Kantona Şehbayê, li gundên Babinis û Til Qerahê Zehredîn Cabir (60), Dilîşan Hemlîko (36) û Ebdo Hebîb Elo (4) birîndar bûn.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Meclîsa Gel ji bo malbatên ku erdhejê zerar li wan kiriye qadên kombûnê ava kir.