Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê û bager

Ji ber barîna berfa zêde li Çewlîgê rêya 283 gundan, li Xarpêtê 396, li Êlihê 30, li Şirnexê rêya 18 gundan hat girtin. Li Wanê û navçeyên wê jî rêya 254 cih û waran hat girtin.

Li seranserê bajarên bakurê Kurdistanê berfeke zêde bariya û bager rabû. Lewma rê hatin girtin û çûyîn û hatin zehmet bû. Midûriyeta Giştî ya Rêyên Be, bi parvekirina daxuyaniyekê li ser hesabê xwe, da zanîn ku  rêya di navbeyna Çewlîg û Xarpêtê de û rê 0-44 û 0-9 km ji hatin û çûna TIR’an re hatiye girtin. Her wiha midûriyetê da xuyakirin ku 0-44 û 0-9 kîlometreyên rêya di navbera Dara Hênê-Çêrmeyê de jî li hatin û çûna wesayîtan hatiye girtin.

Li Çewlîgê ji ber barîna berfa zêde û bagerê, li navenda bajêr rêyên 78 gundan, li navçeya Adakliyê rêyên 32 gundan, li Dara Hênê rêyên 59 gundan, li Kanîreşê rêyên 38 gundan, li Gêxîyê rêyên 25 gundan, li Bongilanê rêyên 23 gundan, li Korxolê rêyên 20 gundan û li Çêrmeyê jî rêyên 8 gundan hatine girtin.

Li navenda Xarpêtê jî rêyên 42 gundan, li navçeyên wê Axînê rêyên 16 gundan, li Xulamanê rêyên 10 gundan, li Miyaranê rêyên 10 gundan, li Baskilê rêyên 44 gundan, li Madenê rêyên 38 gundan, li Depê rêyên 88 gundan, li Kebanê rêyên 30 gundan, li Qowanciyan rêyên 40 gundan, li Paloyê rêyên 28 gundan, li Xûxê rêyên 50 gundan; tev tevê hev rêyên 396 gundan hatine girtin.

ÊLIH

Ji ber barîna berfa zêde, li navçeyên Sason û Hezo yên Êlihê jî di hatin û çûnê de pirsgirêk çêbûn. Li navçeya Sasonê rêyên 28 gundan û 33 gundikan, li navçeya Hezoyê jî rêyên 2 gund û 14 gundikan hatin girtin. Komên têkoşîna li dijî berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin. 

SÊRT

Li Sêrtê jî ji ber barîna berf û bagerê li Berwariyê rêyên 4 gundan, li Hewêlê rêyên 2 gundan, li Şêrwanê jî rêyên 3 gundan hatin girtin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê ev 2 roj in berf dibare û berf zêdetirê 10 santîmetreyan li navendê stûr bû. Li navçeyên Elkê û Qilebanê jî zêdeyê metreyekê berf bariyaye. Li navendê rêya gundekî, li Elkê rêya 14 gund û 8 gundikan û li Qilebanê jî rêyên 3 gundan hatine girtin. Komên Rêveberiya Taybet a Bajar ji bo vekirina rêyên gundan dest bi xebatê kiriye.

WAN

Ji ber barîna berfê li Wanê û navçeyên wê, rê li 254 cih û waran hat girtin. Ji ber berf û bagerê li Miksê rêya 12 cih û waran, li Payîzavayê rêya 35 cih û waran; bi temamî rêya 254 cihan hat girtin. Ji bo vekirina rêyan xebat berdewam e.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê ji ber berf zêde bariya rêya 365 cih û waran hat girtin. Berf hêj jî li bajêr dibare. Mirov nikare biçe gundan.

AGIRÎ-QERS-MÛŞ-ERDEXAN-ERZIROM

Li Agiriyê ji ber berf û bagerê rêya 86 cih û waran hat girtin, li navçeya Zerûşad a Qersê rêya sê gundan, li Dîgorê rêya 10 gundan, li Qamûşanê rêya 4 gundan û li Sêlimê 21; bi temamî rêya 38 gundan ji ber berf û bagerê hat girtin. Li Bedlisê berf her ku diçe zêde dike. Heta bi niha rêyên 82 gundan hatine girtin.

Li Mûşê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên 212 gundan hatin girtin, heta niha rêyên 98 gundan hatine vekirin.

Li gelek navçeyên Erziromê jî ji ber berf zêde bariya, rêyên gelek taxan hatin girtin.

Li Erdexanê du roj in ku berf pir dibare. Rêyên gelek cihan hatiye girtin. Li navenda bajêr bilindahiya berfê ji 30 santîman derbas bûye.