Li Amedê noker hatin cezakirin

Milîsên Mehmet Akar li navçeya Sûr a Amedê kesên ku nokerî ji dewleta Tirk re dikirin ceza kirin.

Bazên Metropolan ragihandin ku Milîsên Mehmet Akar li Deriyê Riya yê Navçeya Sûr a Amedê li dijî nokeran çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "28'ê Çileyê saet di 11:00 de li hemberî kesên ku hevkarî bi dijmin re dikirin, çalakî hate lidarxistin. Piştî çalakiyê, kesên navborî ji aliyê polîs û leşkeran ve ji qadê hatin birin. Yên ku çalakî li hemberî wan hate kirin endamên şerê taybet bûn ku ji bo qirêjiya dewleta Tirk a li Kurdistanê rewa bikin û têkildarî qadên gerîla îstîxbaratê bidin dijmin dixebitîn û xwe li nava gel vedişartin."