Hatineya ji konsera Koma Ma'yê wê bibe alîkarî ji HDP'ê re

Koma Ma'yê piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê konsereke lidar xist. Hatineya ji konsera dawî wê weke alîkariyê ji HDP'ê re bê dayin.

Koma Ma’yê piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê konser lidar xist. Konser li salona Şanoya Bajêr a Amedê hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Koma Ma’yê ku aranjoriya wê Rabîn Rebî dike stranên “Kezî, Govendê, Dola Zêbarê, Şalûlvan, Nexşê Mîrza, Fadikê, Yar Gijlokê, Solo Rîtîm, Seydik, Dîleman, Kela Xoyê, Hey Dad, Erê Gulê, Hoy Dil û Mestûre” gotin.

Piştî konserê hunermend Mesûd Gever spasiya gel kir û diyar kir ku turneya konsera wan wê di 1’ê Sibatê de bi dawî bibe. Gever diyar kir ku wê dahatên konsera xwe ya dawî diyarî kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” ku HDP’ê li dijî blokekirina hesabên xwe yên alîkariya xizîneyê daye destpêkirin.