Li Şirnex û navçeyên wê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin

Li Şirnex, Qilaban û Hezexê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Li qadan peyama ‘Ev der warê Haci Bîrlîk û Mehmet Tûnç e’ hate dayîn.

Li navenda Şirnexê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiya Şirnexê de parlementera Mêrdînê ya HDP’ê Ebrû Gunay çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven pîroz kir û Zulkuf Gezen bi bîr anî. Gunay got ku “Li pêş me pêvajoyeke dîrokî heye. Vê berxwedanê rûyê faşîzmê derxistiye holê. Ev tecrîd êdî li ser hemû civakê tê kirin. Bi şikandina tecrîdê re wê faşîzm were hilweşandin.”

Parlementerê Şirnexê yê HDP’ê Hasan Ozguneş jî diyar kir ku gelê Botanê hê jî li ser piyan e û got ku, “Ev der warê Haci Lokman Bîrlîk, Mehmet Tûnç û Dayîka Taybet e.”

Li Qilebanê jî pîrozbahî bi axaftina namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Qilebanê domiya. Namzetan qala pirsgirêkên bajêr û qala girîngiya hilbijartina 31’ê Adarê kirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan kesan bi cilên neteweyî govend gerandin.

Li Hezexê jî bi tevlêbûna bi hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Jinên ku cilên neteweyî yên spî li xwe kirine di pîrozbahiyê de bal kişandin. Girseyê bi sloganan çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. Piştî axaftina parlementerê Şirnexê yê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.