Li Çemço û Sîdayê 3 dagirker hatin cezakirin

Tîmên bi tevger li qadên Çemço û Sîdayê 3 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin, kepçeyek jî îmha kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di çalakiyan de yên ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin kirin, 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de dagirkerek birîndar bû û kepçeyek hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 6 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

28'ê Çileyê saet di 12:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qada Çemçoyê xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

28'ê Çileyê saet di 10:50'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, kepçeyeke dagirkeran ku li nêzî gundê Sîdayê hewl dida çeperên berxwedanê yên gerîla hilweşîne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Di encama çalakiyê de ya ku bi çekên giran hate kirin, dagirkerek hate kuştin, dagirkerek birîndar bû û kepçe jî hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran hewl dan bi kepçeyan çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê rûxînin.

28'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."