Leyla Guven: Em ê tecrîdê bişkînin û gelê xwe azad bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven peyamek ji Newroza Amedê re şand û got ku “Rêheval Zulkuf bi pêngava xwe ya berxwedanê dahatûya me ronî kir. Em ê tecrîdê tu carî qebûl nekin.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê 134 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyamek ji Newroza Amedê re şand. Beriya peyama Leyla Guven bi heman daxwazan parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên ku ji 3’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ne, bi sed hezaran kes silav kirin.

Parlementer demeke dirêj li têketina protokolê hatin sekinandin û piştre derbasî qadê bûn. Peyama Leyla Guven ji aliyê parlementera HDP’ê Dêrsim Dag ve hate xwendin.

GUVEN: RÊHEVAL ZULKUF DAHATÛYA ME RONÎ KIR

Di peyama Leyla Guven de ev tişt hatin diyarkirin:

“Silav Amed, silav paytexta berxwedanê. Silav dayikên fedakar û ciwanên qehreman. Ez we hemûyan bi giyanê berxwedana zindanan hembêz dikim.

Gelê me yê hêja, Newroz destpêka biharan e, vejîna azadiyê ye. Newroz qîrîna Mazlûm a li zindanan, li Sûrên Amedê govenda Zekiyê û meşaleya Ronahî û Rahşanan e. Newroz qehreman Zulkuf Gezen e. Ji ber vê jî navê Newroza 2019’an rêheval Zulkuf Gezen e. Zulkuf Gezen şehîdê pêngava berxwedanê ye. Rêheval Zulkuf bi pêngava xwe ya berxwedanê dahatûya me ronî kir.

EM Ê TU CARÎ QEBÛL NEKIN

Gelê me yê qehreman, serfirazî gelekî nêz e. Bihar hat. Di sala 2019’an de em ê tecrîdê bişkînin û em ê gelê xwe azad bikin. Divê hemû gelên cîhanê bizanibin ku em ê jiyaneke di nav tecrîdê de tu carî qebûl nekin. Berxwedana me ya sala 2019’an wê bibe sala berxwedana gelê Kurd û Kurdistanê. Bi vî giyanê berxwedan û baweriyê ez we hemûyan silav dikim. Newroz pîroz be. Em ê teqez bi ser bikevin.”