Koordînasyona Civaka Êzîdî: Bila Iraq pozîsyona xwe zelal bike

Koordînasyona Civaka Êzîdî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û bang li Iraqê kir ku helwesta xwe ya li bara Êzîdiyan zelal bike.

Koordînasyona Civaka Êzîdî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û ji hikumeta Iraqê xwest ku helwesat xwe ya li bara Êzidiyan zelal bike. Koordînasyonê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne û xwest, ku qada hewayî ji balafirên şer ên dagirker re were girtin.

'EV ÊRÎŞ DEWAMA FERMANÊ YE'

Daxuyaniya Koordînasyona Civaka Êzîdî wiha ye:

"Wek tê zanîn li Şengalê roja 15-8-2018’an ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve êrîşek nemerdane ya hewayî hat pêkanîn. Di encama vê êrîşa qirêj de endamê me yê Koordînasyona Civaka Êzîdî mevrê û Mamê me Zekî Şengalî şehîd bû.

Em Koordînasyona Civaka Êzîdî, di serîde ji malbat, civaka Êzîdî û hemû gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Her wiha, em soz didin ku em ê rêya şehîdên xwe bişopînin û doza wan bi ser bixin. 

Hevrêyê me Zekî Şengalî ango Mam Zekî, bi minasebeta salvegera bîranîna şehîdên fermanê, ango bîranîna şehîdên komkujiya gundê Koço çûbû Şengalê. Bi vê armancê di roja salvegera komkujîya gundê Koço hatibû vexwedin. Êrîş, di dema vegerê ya gundê Koço de pêk hat.

Ev êrîşek plankirî bû. Dewleta Tirk û hevkarên xwe ev êrîş di rojek weke roja komkojî li ser civaka Êzîdî de pêk anî. Ji bo wê jî ev êrîş ji bo civaka me watedar e. Ev yek bi serê xwe armanca dewleta Tirk û hevkarên wê ya ji vê êrîşê radixe ber çavan.

Em Koordînasyona Civaka Êzîdî, di serî de vê êrîşa nemerd û qirêj şermezar dikin. Em vê bûyerê wek dewamiya siyaseta fermanê ya li ser civaka Êzîdî dibînin. Lewra di şexsê dewleta qirker a Tirk, hevalbend û xayînan de ev siyaset ne sekiniye û didome.

'BI QASÎ DEWLETA TIRK, IRAQ, PDK Û DYA JÎ JI ÊRÎŞÊ BERPIRS IN'

Wek Koordînasyona Civaka Êzîdî, em ji vê bûyera qirêj a qewimî ango xefka ku pêk hatî, bi qasî dewleta Tirk, Iraq, PDK û DYA jî berpirsyar dibînin. Plana qetilkirina Mam Zekî Şengalî di çarçoveya planek hazir a qirêj de pêk hatiye. Ev êrîş ne êrîşek ji rêze ye. Li ser civaka Êzîdî ferz kirina helwest ango dewamkirina siyaseta fermanê ye.

Pir vekiriye ev bûyer, di encama bername û xefikek piralî ya dewleta Tirk û hevkarên wê de pêk hatiye. Piştî çûyina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya li Tirkiye yê, pêkhatina vê bûyerê cihê fikaran e. Dîyar dibe ku bi hesabên qirêj, hin danûstandin ango peyman pêk hatine. Li rex vê yekê, bûyer di nav sînor ango di axa Iraqê de pêk hatiye. Rê dayina dewleta Iraq a vê êrîşê bi serê xwe Iraq xistiye bin berpirsîyartîyê. Em Koordînasyona Civaka Êzîdî vê helwestê, wek nîşaneya siyaseta dewleta Iraqê ya li dijî civaka Êzîdî dibînin.

'NÊZÎKATIYA DEWLETA IRAQÊ YA LI ÊZÎDIYAN ÇIYE?'

Divê neyê jibîrkirin ku fermana 03-08-2014’an ya li ser civaka Êzîdî pêk hatî, wek dewlet Iraq berpirsyar bû. Civaka Êzîdî di nav sînorê Iraqê de dijî. Bi gotinek din Êzîdî hemwelatiyên Iraqê bûn. Di parastina civaka Êzîdî de Iraq berprsyar bû.

Lê mixabin; dewleta Iraqê bi vê erka xwe ranebû. Bi gotinek din Êzîdî terka fermanê ango ji mirinê re terk kirin. Li pêşberî vê yekê pir bi zehmet, êş û dilek şikestî be jî, bi hatina Iraqê ya li Şengalê civaka me bi hêvî pêşwazî kirîbû. Lê mixabin hin helwest ango siyaseta Iraqê birîna me kul kir û wek civak êşên me mezintir kirin. Ev siyaseta Iraqê bi awayek mafdar di me de fikrek wiha dide avakirin. Gelo dewleta Iraqê wek civak, wê çawa nêzîkî Êzîdîyan bibe? Wê biparêze û her heq û hiqûqên civaka me nas bike, yan wek di vê hevkariyê de xuya bû wê bi destên dijminan rê li ber kuştin û fermana civaka me vebike. Gelo hem di warê sîyasî hem jî di warê exlaqî de bersiv û nêzîkatiya Iraqê wê jibo civaka me çi bibe?

Em Koordînasyona Civaka Êzîdî vê bûyerê em wek dewamiya siyaseta Fermana 73’yan dibînin.

Di serîde li ser vê êrîşa li dijî civaka me pêk hatîye, em li bendê ne Iraq helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan bide. Em Koordînasyona Civaka Êzîdî, bi minasebeta vê êrîşa qirêj, helwest ango siyaseta dewleta Iraq a di derbarê civaka me de çiye û wê bibe çi em dixwezin fêm bikin.

'BILA QADA HEWAYÎ LI BALAFIRGEHÊN DAGIRKER WERE GIRTIN'

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû saziyên navnetewî dikin ku li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û hevalbendên wê bêdeng nemînin. Asimanên Şingalê ji balafirên dagirkeran re were qedexekirin. 

Weke ku tevayî civaka me ya Êzîdî jî dizane Mam Zekî di tevayî tekoşîna û jiyana xwe de tiştê ku esas digirt zindîkirina çanda Êzdayetî û pêşxistina tifaq û yekitiya wan bû. Em wek rê hevalên Mam Zekî emê tifaq û yekîtiya gelê xwe pêşbixin , xweseriya gelê xwe misoger bikin û tekoşîna xwe bilind bikin.

BANGA LI GEL: BÊDENG NEMÎNIN, RABIN SER PIYAN

Em bang li tevayî gelê xwe dikin êrîş, weke dewaniya fermanê li ser Şingalê tê meşandin bê deng nemînin, li herçar parçên Kurdistanê, dervey welat gelê me rabe ser xwe, planên ku li ser civaka Êzîdî vala derxin û xwedî li nirx û rûmeta xwe derkevin."