Koordînasyona Êzidiyan qurbanî bi bîr anî û banga yekîtiyê kir

Koordînasyona Civaka Êzîdî bi sedan kesên ku li Til Ezêr, Sîba Şêx Xidir û Koço bi bîr anî. Koordînasyonê bal kişande ser girîngiya yekîtî û berxwedana gelan û Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzîdî derbarê kesên ku 2007-2014’an li Til Ezêr, Sîba Şêx Xisir û Koço hatine kuştin daxuyaniyeke nivîskî da.

‘LI GEL FERMANA 74’AN JÎ EM LI SER PIYA NE’

Di daxuyaniyê de hate gotin li gel ku di ser komkujiya Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir 11 sal derbas bûne jî êşa wê weke roja pêşî ye û bi domdarî wiha hate gotin: ‘’Me êşa van komkujiyan ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nehêlin ku were jibîrkirin. Komên çete hê jî dev ji van kirinên dermirovî neberdane. Heman koman, heman hişmendiyê sala 2014’an jî li Koço komkujî kirin. Em kesên ku di vê komkujiyê de hatine kuştin bi hurmet û minet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.’’

Bi berdewamî wiha hate gotin:

‘’Ev 74 Ferman in bi ser civaka Êzîdî de tînin. Lê em dîsa li ser piyan in û dibêjin ti hêz nikare serî li me berjer bike. Xeta berxwedan û têkoşînê wê bi ser bikeve. Em hêza xwe ji nirxên dîrokî distînin, em dizanin ku ev êrîş li dijî wan civakan in ku xwedî çanda demokratîk, wekhevî û aştiyê ne. Ji bo vê jî li ser hîmên vê hişmendiya demokratîk û aştîxwaze em ê rêveçûna xwe bidomînin. Em ê yekîtiya demokratîk û têkoşîna gerdûnî û berxwedana hevpar deynin ber xwe.

‘YEKÎTIYA AZAD A GELAN’

Ji ber salvegera komkujiya Til Ezêr û Koço em banga yekîtiyê li gelê xwe yê Êzîdî dikin û em dibêjin; hişyar bin, yek bin û li ber ti hêza desthilat serî netewînin. Ji ber ku ji bilî azaiya civakên çewisandî û yekîtiya azad a hemû gelan ti rê û siûdeke dî tine.

15’Ê TEBAXÊ HATE PÎROZKIRIN

Koordînasyonê li ser Pêngava 15’ê Tebaxê jî got: ‘’Li dijî êrîşên bi barbarî 15’ê Tebaxa 1984’an bi pêşengiya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) guleya pêşî bi mêjî û dilê wan de hate teqanin. Em yek ji gava girîng a tovê a zadiyê 15’ê Tebaxê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Bi rihê 15’ê Tebaxê li dijî gavên dermirovî divê em têkoşîneke bêhempa bidin.’’