KON-MED'ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên li Elmanyayê diyar kir

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok diyar kir ku di hilbijartinên li Elmanyayê de ew ê piştgiriyê bidin wan namzetan ku civaka Kurd ji xwe dibînin, têkiliyê bi komeleyên Kurdan re datînin û dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.

HILBIJARTINÊN LI ELMANYAYÊ

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok têkildarî hilbijartinên giştî yên li Elmanyayê ku wê 23'ê Sibatê bê lidarxistin polîtîka û bendewariyên xwe ji ANF'ê re nirxand.

Kerem Gok anî ziman ku ev hilbijartinên li Elmanyayê di demeke girîng û dîrokî de têne kirin û got, "Di vê demê de ku hilbijartinên Emerîkayê bandorê li Ewropayê û tevahiya cîhanê dike, ev hilbijartin wê pêk were. Li Ewropayê hêzên rastgir gav bi gav bi ser dikevin, bi taybetî li Elmanyayê AfD'ê li gelek eyaletan bûye partiya yekemîn.

Hilbijartin hem ji bo me Kurdan hem jî ji bo civaka Elman di dem û şert û mercên pêk tê de, hîn girîng e. Beriya her tiştî dema ku em hikumetan tînin beramberî hev, dikarin bibêjin ku polîtîkaya aboriyê ya hikumeta heyî; ji aliyê faîzên banka, wergirtina xaniyan, buhayê xurek û benzînê li paş maye. Zêdebûna buhayê madeyên xwarinê yên esasî ev yek hîn giran kiriye.

Ji aliyê sîstema tenduristiyê ve jî li gorî hikumetên beriya niha xwedî sîstemeke bi dîsîplîn nîne. Pêkanînên ku mirovên ji bo tedawiyê diçin nexweşxaneyan li nava civakê dibe sedema nerazîbûnan.

Ji aliyê sîstema perwerdeyê ve jî valabûna dersan, kêmaniya mamosteyan faktorên neyînî ye.

Mînakeke din jî ew e ku sîstema trenê ya Elman Deutsche Bahn li tevahiya cîhanê mînak bû. Welê dihate naskirin ku tren di deqeya xwe de, di kêliya xwe de tê û diçe. Ev sîstem ji holê rabûye."

Kerem Gok di dewama axaftina xwe de anî ziman ku hikumeta heyî ji bo Kurdan ezmûneke baş neda û got, "30 sal in Kurd, rêxistina civaka Kurdan li Elmanyayê hatiye qedexekirin. Ji ber vê qedexeyê bandoreke neyînî li daxwaz, çalakî û pratîkên Kurdan dibe. Ji aliyê civakî, çandî, rêxistinî yan jî saziyan ve civaka KUrd li Elmanyayê li kiryarên neyînî rast tê. Tenê di vê dema hikumetê de cezayê pereyan li hezaran Kurdan hate birîn, mafê wan ê rûniştinê hatin standin, bersiva neyînî ji serlêdana wan a welatîbûnê re hate dayin, di kar de li cihêkariyê rast hatin. Bi taybetî gelek endam û rêveberên komeleyên me, federasyon û pêkhateyên me ketin ber lêpirsînê.

Çalakiyên civaka Kurd ên li vê derê bi dewleta Tirk re hatin parvekirin û dewleta Tirk li wê derê dest danî ser mal û milkê van mirovan, gef li malbatên wan xwarin. Çûn û hatina welatê xwe ya Kurdên li vê derê hate qedexekirin."

Li ser bendewariya Kurdan a ji hikumeta nû jî Kerem Gok diyar kir ku ew hêvî dikin hikumeta nû ya li Elmanyayê ji dîroka civaka Elman dersê werbigire û got, "Em dixwazin ku têkiliyên bi dewleta Tirk re ne tenê li ser berjewendiyên bazirganiyê bin, her wiha di çarçoveya demokrasî, serweriya hiqûqê, mafên demokratîk û azadiyê de bêne meşandin. Em dixwazin mafên mirovan, mafê bingehîn, azadî, pêşvebirina ziman û çandê bibe esas. Qirkirin li gelê Kurd tê ferzkirin. Ji bo neyê qirkirin neçar maye hatiye Elmanyayê. Dixwaze li vê derê bêyî bitirse xwe îfade bike. Li dijî asîmîlasyonê dixwaze çanda xwe biparêze û di nava civaka Elmanyayê de bib rengek. Civaka Kurd demeke dirêj e li Elmanyayê dimîne; bacê dide; bi hezaran zarokên xwe di nava burokrasiyê de ye. Em êdî parçeyek ji civaka Elmanyayê ne. Em êdî bi çavê welatê xwe yê duyemîn lê dinihêrin. Em ji hikumeta nû ya Elmanyayê dixwazin ku vê rewşê li ber çavan bigire, kîjan mafî dide civakên din heman mafî ji bo gelê Kurd jî nas bike."

Têkildarî partî û namzetên ku wê piştgiriya wan bike jî Kerem Gok got, "Em bala xwe didin ser profîla namzetan, gotin û pratîka wan. Bala me li ser wan namzetan e ku civaka Kurd ji xwe dibînin, têkiliyê bi komeleyên Kurdan re datîne, pirsgirêka Kurd dixin rojeva xwe. Komkujî li Kurdan tê kirin û ji ber vê yekê pirsgirêka herî girîng radestkirina mafên Kurdan ên desteserkirî ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ji ber vê yekê em ê têkiliyê bi wan namzetan re dînin ku di vê oxirê de têdikoşin. Em ê piştgiriyê bidin wan namzetan ku taybetmendiya pirrengî ya Elmanyayê qebûl dikin, çandên cuda weke gefekê nabînin, lê weke dewlemendiyê dibînin."