Gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi saeta herêmî di 17:00’an de dest bi topbarankirina gundê Xedir El-Hesen ê rojhilatê bajarê Til Temirê kirin.
Bi hemwextî gundên Um Hermela, Rebîat û Xirbet Şeîr ên başûrê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê bi çekên hatin topbarankirin.
Gundê El-Tirwaziyê ê dikeve başûrê navçeya Silukê ya bajarê Girê Spî jî bi obîsan hate topbarankirin.
Bi saeta herêmê di 16:00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Tîna yê bajarê Sirînê yê kantona Firatê bombebaran kir.
Ji saetên sibehê ve gundên Um Hermela, Rabîat û Xirbet Şeîr bi giranî hatin bombebarankirin.