Komîteya zindanan: Em li ser rêya şehîdan têkoşînê geştir bikin

Komîteya Zindanê ya PKK û PJAK’ê derbarê Zulkuf Gezen daxuyanî da yê ku di zindanê de çalakiyeke fedaî kir. Komîteyê diyar kir ku divê gel xwedî li pêngava berxwedanê derkeve û banga geşkirina têkoşînê kir.

Komîteya Zindanê ya PKK û PJAK’ê derbarê Zulkuf Gezen daxuyanî da yê ku di Girtîgeha Tekîrdagê de çalakiyeke fedaî kir.

Komîteya Zindanê di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir:

“Di 17’ê Adara 2019’an de şoreşgerê mezin Zulkuf Gezen ê ku di Girtîgeha Tekîrdagê de bû û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de bû, çalakiyeke fedaî kiriye. Rêheval Zulkuf, giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê û yê Newrozê kiriye yek û bi çalakiya xwe ya qehremanî bûye şehîdê yekemîn ê pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin.’

Şehîdên me, ji bo me hêza moral in. Bi hêza ku em ji rêhevalên xwe distînin, ji xeynî geşkirina berxwedanê tu rêyeke din tune. Serfiraziya berxwedana ku bi pêşengiya bi hezaran rêhevalên me tê kirin, wê ji bo bîranîna rêheval Zulkuf bersiva herî baş be. Ji ber vê jî xwedîlêderketina li berxwedanê û em her derê bikin qada berxwedanê, wê ev tişt peywira şoreşgerî û welatparêzî ya herî mezin a serdemê be.

Li ser vî esasî em sersaxiyê ji malbata Gezer, ji gelê Amedê û ji hemû gelê xwe re dixwazin. Em sozê didin ku, heta Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihêjin armanca xwe em ê têkoşîna xwe geştir bikin û pêngava berxwedanê bigihînin serkeftinê.  Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li pêngava berxwedanê derkevin û li ser rêya şehîdan têkoşînê geştir bikin.”