Komalên Ciwan Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir

Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku li gel 34 salên di ser re derbas bûne jî Pêngava 15'ê Tebaxê hîn zindî û ciwan e.

Di destpêka daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Komalên Ciwan de hate ragihandin ku 15'ê Tebaxê ji bo gelên Rojhilata Navîn cejn e û salvegera wê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kevneşopiya berxwedanê ya ku Rêber Apo ji berxwedêrên mezin ên Kurd dewr girt, bi berxwedana Hakî, Mazlûm, Çaran û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê re veguherî îradeyeke qewîn a naheje. Bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê re ku bi pêşengiya hevrê Egîd hate kirin, ne tenê derb li dewletên faşîst ên herêmî hate xistin, her wiha derbeke giran li rêxistinên faşîst ên hegemonîk û gladiyo hate xistin. Gelê Kurd, di radeya ku jê re dihate gotin 'li ber qedandinê ye', bi çalakî û sekna îradeyî ya xurt a van pêşengên şoreşger, xwe ji nû ve ji xweliyên xwe afirand. Ji ber vê yekê, gelê Kurd 15'ê Tebaxê weke mizgîniya xwe ya vejînê dibîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev raperîna bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê dest pê kir, îro hemû ciwanên Rojhilata Navîn vedihewîne û bûye meyla herî girîng a ciwanan a ji bo azadiyê.

Koordînasyonê got, "Ev pêngava ku 15'ê Tebaxa 1984'an bi sekna ciwan, bi ruh û pêngava ciwan dest pê kir, tevî ku sih û çar sal di ser re derbas bûne, hîn ciwan û zindî ye. Bi heman coş Û kelecanê îro li gelek qadan mîna cejn û şahiyê tê pîrozkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Soza me ji hevrê Egîd, Delal, Baran û Atakan û hemû şehîdên şoreşê ye ku em ê cejna xwe ya vejînê 15'ê Tebaxê veguherînin cejna rizgarî û serketinê. Heta ku serketina azadiyê ya Kurdistanê bi şoreşa azadiyê ya Rojhilata Navîn tacîdar bikin, weke Tevgera Ciwanan a Kurdistanê em ê têkoşîna xwe ya pêşengiyê bidomînin."

Koordînasyona Komalên Ciwan cejna vejînê li hemû ciwanên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir û bang li hemû ciwanên bi dilê egîd kir ku bi ruhê Serî Hilde berê xwe bidin çiyayên azad."