BI DÎMEN

Koma Rûken beşdarî Festîvala ‘Kevneşopî û Nûjenî’ bû

Li Moskowayê Festîvala ‘Kevneşopî û Nûjenî’ hate lidarxistin. Koma govendê ya Kurdî ‘Rûken’ jî beşdarî vê festîvalê bû.

FESTÎVALA ‘KEVNEŞOPÎ Û NÛJENÎ’

Di 20’ê Hezîrana 2024’an de, li paytexta Rûsya Moskowayê, 20’emîn Festîvala Navneteweyî ya Moskowê ya Hunerên Bedew "Kevneşopî û Nûjenî" hate lidarxistin. Ev festîval yek ji mezintirîn projeyên piştgiriya çand û pêşveçûna hunera nûjen e.

Festîval li Gostiny Dvor a bajarê Moskowayê pêk hat. Beşdarên ji 60 welatên cîhanê huner û çanda xwe pêşkêş kirin. Festîval bi armanca parastina mîrateya çandî ya cîhanê û xurtkirina têkiliyên navneteweyî hate lidarxistin.

Koma govendê ya Yewnanî "Philoxenia" (Derhênerê hunerî Elena Porokhova, koreograf Irina Osipova) û koma govendê ya kurdî "Rûken" (Koreograf Tatyana Odintsova, solo Mehmûd Dilşêr) berhemeke koreografî û hevpar a bi navê "Şopên Ksenofon" pêşkêş kirin.