Şehîd Zîlan li Kophenagê hat bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê şehîd bû, li bajarê Kophenag a Danîmarkayê bi çalakiyekê hat bîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê şehîd bû, li bajarê Kophenag a Danîmarkayê bi çalakiyekê hat bîranîn.
Kurd û dostên wan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kophenagê li hev civiyan û şehîd Zîlan bi bîr anîn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Di bîranînê de axaftinên li ser têkoşîn û helwesta fedaî ya Zîlan hatin kirin û sînevîzyon hat pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.