Bi deh hezaran kes bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' ketin qadê

Mîtînga bi dirûşma “Em ê ji bo ked, azadiya xwe destûrê nedin qeyûman” tê lidarxistin, bi deh hezaran kes bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" ketin qada mîtîngê.

Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist, bi dirûşma “Em ê ji bo ked, azadiya xwe destûrê nedin qeyûman” li Qada Kartal a Stenbolê mîtîngê li dar dixe. Beriya mîtîngê girse li Rawestgeha Marmaray Başak hatin gel hev û bi kortejê dimeşin û diçin qadê.
 
Di kortejê de pankarteke mezin ya ‘ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand em ê netewînin’ ku  baldikişand ser darvekirina Şêx Saîd ku 29’ê hezîrana 1925’an bi 46 hevalên xwe re hat darvekirin û  û biryara darvekirinêya di 29’ê hezîranê de li Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn hat vekirin.
 
Partiyên siyasî, sendîka, komele, sazî, deze û platform bi flamayên xwe di kortejê de cih girtin û dovîzên ‘bicehme qeyûm’ hildan û tîşortên ‘bicehme qeyûm’ lixwe kirin.
 
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Wê qeyûm biçe, em ê bimînin”, “Em ê destûr nedin qeyûm”, “Ji xespkirinê re na” , “Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a  DEM Partiyê jî bi pankarta ‘Emê li dijî darbeya qeyûm têbikoşin’ meşiyan. Jinên erbana lêdan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî têkoşîna jinan berzkirin.
 
BÊ NAVBER DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ BERZ KIRIN

Di kortejê de berdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamenerên DEM Partiyê û hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe li pêş cih girtin. Girse bi dirûşmeyan dikevin qadan.

Di çalakiyê de pankarta “Em ê ji bo ked, azadiya xwe destûrê nedin qeyûman” hat hilgirtin û bê navber dirûşmên "Roj wê were AKP wê hesabê bide gelan”, “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye”, “Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin” “Bijî wekheviya gelan”, “Her der berxwedan” û "Her der Colemêrg e" hatin berzkirin. Çalakî bi çepik û tilîliyan berdewam dike. 

Gel gelek caran li qadê bi yek dengî dirûşmên “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye" û "Em ê destûrê nadin qeyûman” berz dikin.