Li Lûzernê ji bo Bêrîtan Nûrhak Çiya merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Ji bo endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sultan Dag) ku 23’yê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Ji bo endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sultan Dag) ku 23’yê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Luzern ê Swîsreyê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. Malbata Bêrîtan Nûrhak Çiya, nûnerên KOMAW’ê û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Sersaxî ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê saziyan axaftin hatin kirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Fatma Toren axivî û sersaxî da malbatê. Torên wiha got: “Serê Rêbertiya me û gerîlayên li çiyayan li ber xwe didin sax be. Şehîdên me rûmeta me ne. Şehîd nayên jibîrkirin. Ji bo ku neyên jibîrkirin em ê her tim wan bi bîr bînin. Em ê her tim li pey wan bin û wan biparêzin.”

Keça Halît Dag (Nûrhak Çiya) ku di 14’ê Adara 2011’an de li Basanê şehîd bû û Bêrîtan Nûrhak Çiya navê wî girt, Sîdar Dag li ser navê malbatê axivî û got: “Beriya şehadeta heval Metê derfeta min çêbû ku ez wê bibînim. Dema min wê cara ewil dît min jê re got metê. Ew jî got, ‘ji min re bêje heval.’ Ew ji bo min ‘Heval Metê’ bû. Ew ji bo me di sala 2002’an de berê xwe da azadiyê û heta 2024’an şer kir û bû hêviya me. Ew li rêya azadiyê ku ji bo tola bavê me rake derket, şehîd bû. Heval Metê digot ez dixwazim bi layiqî navê xwe şer bikim. Layiqî navê xwe bû û şehîd bû. Em malbat û hevalên wê her tim li ser şopa wan bin.”

Piştre siyasetmedarê Kurd Zagros Baz mafê axaftinê girt û pêvajoya siyasî nirxand û got: "Bi saya qehremanên weke Bêrîtan Nûrhak Çiya ku bi ruhê Apoyî bi fedayî şer dikin, îro gelê Kurd li Botanê hebûna xwe didomîne."

Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan û malbat heta saet 18:00’an sersaxiyan qebûl kirin.