BI DÎMEN

Ji awazê bavê xwe yê mela fêrî nivîsandina helbestan dibe

Nûşîn Bêcirmanî gelekî ji awazê bavê xwe yê mela bandor dibe ku niha ew bi xwe helbestan dinivîse û hêvî dike ku her kes bi zimanê xwe hestên civaka xwe bi rêya hunerê derxîne holê.

Helbestvan û nivîskar Nûşîn Bêcirmanî di sala 1956’an de li gundê Til Berhemê yê girêdayî Tirbespiyê ji dayik dibe. Nûşîn Bêcirmanî xwendina xwe ya seretayî li dibistana gund qedandiye û xwendina xwe ya navîn û amadehiyêjî li Tirbespiyê temam kiriye. Weke lîsans jî ji beşa mamostetiyê der çûye. Nûşîn ji nivîsandina helbestan pir hez dike û têkildarî serpêhatiya xwe ya helbestan ji ajansa me re axivî û hestên xwe parve kirin.

Nûşîn Bêcirmanî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew gelekî di bin bandora awazê bavê xwe yê mele de maye û ev yek anîn ziman: ‘’Ez awazê bêvê xwe yê mela fêrî helbestan bûm. Bavê min melayê gund bû û gelek caran bavê min helbestên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran bi awazek xweş vedigotin. Ev hest li dilê min dida. Kêfxweş dibûm dema bavê min helbest dixwendin. Dema ez derbasî pola 10’an bûn ji ber ku xwendina me bi zimanê Erebî bû, Erebiya min pir baş bû. Min wê demê dest bi nivîsandina helbestan kir û helbestên min li ser evîn, sirûşt, lehengî û biharê bûn.”

DI POLA 10’AN DE DEST BI NÎVÎSANDINA HELBESTAN DIKE

Nûşîn Bêcirmanî têkildarî bûyera bûye sedem ku dest bi nivîsandina helbestan bike û hestên wî mezintir bibe, ev yek anîn ziman: “Dema ez zarok bûm, hevjîna bavê min ez mezin kirin. Min pir jê hez dikir, weke dayika min bû. Dema ku derbasî pola 10’an bûm ji bo ku ez xwendina xwe berdewam bikim, me li Tirbespiyê ji xwe re xaniyek girt û em derbasî wir bûn. Piştî demekê hevjîna bavê min di encama qezayeke trênê de jiyana xwe ji dest da. Mirina wê gelekî bandor li min kir û ez gelekî xemgîn bûm. Ji wê demê şûnde hemû gotin û hestên min di çarçoveya wateyekê de bûn û bi wî awayî min dest bi nivîsandina helbestên bi zimanê Erebî kir.

DI SALÊN 80’YÎ DE FÊRÎ KURDÎ DIBE  

Nûşîn Bêcirmanî diyar kir ku wî xwe di salên 80’yî de xwe hînî zimanê Kurdî kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heya demekê min tenê bi zimanê Erebî helbestên xwe dinivîsandin. Lê belê di salên 80’yî de min bi awayekî veşartî xwe fêrî zimanê Kurdî kir. Min hewl da ku êdî helbestan bi zimanê Kurdî binivîsim. Weke ku em dizanin, ji ber rêjîma wê demê me nedikarî nivîsên bi zimanê Kurdî belav bikin, ji ber ku qedexe bû. Lê belê min dîsa jî bi Kurdî nivîsand û min nivîsên xwe li cem xwe vedişartin. Bi demê re saziyeke bi navê ‘Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî” hate vekirin. Piştî wê demê me guh da zimanê xwe lê belê ev jî bi awayekî veşartî bû. Ji ber zext û zorên rejîmê nivîsên me yên bi Kurdî nedihatin belavkirin.

HELBESTÊN CUR BI CUR DINIVÎSE

Nûşîn Bêcirmanî diyar kir ku li gel Şoreşa Rojava wî derfet dîtiye ku ew helbestên cur bi cur binivîse û got: “Di dema zexta rêjîmê de min helbestên bi Kurdî dinivîsand û ew li cem xwe vedişartin. Li gel Şoreşa Rojava êdî bi sedan pirtukên bi Kurdî hatin çapkirin û pirtûkxaneyên Kurdî hatin dewlemendkirin. Ji wê demê û şûnde  4 dîwanên min hatin çapkirin. Dîwana min ya yekem bi navê ‘Her Kes Ji Bo Çavên Te Strand’ di sala 2010’an de hate amadekirin û di sala 2011’an de hate çapkirin û di sala 2014’an de bi avabûna Yekîtiya NIvîskaran re bi awayekî giştî hate çapkirin. Dîwana duyem jî bi navê ‘Lê Esmerê’ di sala 2016‘an de hate çapkirin. Dîwana sêyem jî bi navê ‘Ez Gel im’ di sala 1017‘an de hate çapkirin û dîwana min ya çarem jî bi navê ‘Pênûsa Azad Sêwî Ye’ di sala 2018‘an de hate çapkirin. Her wiha a niha jî berhemeke  bi navê ‘Rexne û Toreya Kurdî’ li ber destê min e ku ew jî wê di demên pêş de werin çapkirin.’’

Nûşîn Bêcirmaniyê di dawiya axaftina xwe de bang li nivîskaran kir ku zêdetir girîngiyê bidin zimanê Kurdî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Hêviya min ji hemû nivîskar û helbestvanan re ew e ku bi zimanê Kurdî helbest û nivîsên xwe dewlemend bikin. Her wiha ji bo her kesî jî dibêjim ku bila her kes bi zimanê xwe hestên civaka xwe bi rêya hunerê derxîne holê.’’