BI DÎMEN

Li Kolnê pêşangeha wêneyan a 'Amara' hate vekirin

Bi armanca piştgirîdayîna pêngava azadiyê li ser hewldana Wênesaz Sînan Hezer 17 wênesaz ku piraniya wan jin û ciwan in berhemên xwe di pêşangeha bi navê "Amara" ya ku li Koln Kulturbunker hat vekirin, pêşandan.

WÊNESAZAN BERHEMÊN XWE

Pêşangeha Amara ku 17 wênesaz bi berhemên xwe yên li bajarê Elmanya Kolnê beşdar bûn, danê êvarê hat vekirin. Pêşangeha ku ji bo piştgiriya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî" hate vekirin, wê heta roja Yekşemê ji huner hezan re vekirî bimîne.

Di pêşangeha li Kulturbunker a Kolnê hat vekirin de, hejmara zêde ya wênesazên jin û ciwan bal kişand.

Di pêşangehê de berhemên Sînan Hezer, Asli Fîlîz, Sarya Nûrcan Kaya, Amele, Hogir Ar, Ribwar Parwizi, Hamît Aydin, Serdar Mûtlû, Gulîstan Guntekîn, Mûrad Îpek, Îlos Îlyas Elîas Kırkan, Besna Acu, Bêrîvan Îbin û Ayten Kaplan hatin nîşandan.

Di çalakiyê de Koma Violine Trio ya Kolnê konsereke muzîkê ya klasîk pêşkêş kir. Konser rastî eleqeyek mezin hat.

HOGIR AR: HUNERMENDÊN KURD CIHÊ XWE DI NAVA BERXWEDANÊ DE DIGIRIN

Wênesaz Hogir Ar, ku bi du berhemên xwe beşdarî pêşangehê bû wiha got, "Me xwest nîşan bidin ku hunermendên Kurd cihê xwe di nava berxwedana Kurdan de digirin û bi van hestan hunera xwe pêk bînin. Em wiha difikirin: Dema Rêbertî û hemû hevrêyên li zindanê azad bibin, em jî wê demê dikarin azad bibin.”

Wênesaz Vanessa yê ji Kamboçyayê ku beşdarî vekirina pêşangehê bû got, "Ez Kurdan nas dikim. Ez piştgiriyê didim têkoşîna wan. Ya ku herî zêde bala min kişand di vê pêşangehê de peyamên ku wênesazên jin bi rêya xêzkirinên xwe dane."

ASLI FÎLÎZ: MIN ÇAND Û ZIMANÊ JINÊ DERXIST PÊŞ

Wênesaz Asli Fîlîz jî got, "Ez serbilind û kêfxweş im ku li vir im. Ji ber ku di vê pêşangehê de Sînan Hezer em hemû anîn cem hev, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim. Min hewl da di tabloyên xwe de jin, çand û ziman raxim ber çavan. Bi vî rengî min xwest Amarayê nîşan bidim. Di tabloyên xwe de min xwest bibêjim, 'eger tu dixwazî ziman û çandê zindî bihêle, divê tu jinê zindî bihêle'.”

SÎNAN HEZER: EM LI AMARAYÊ HATIN BA HEV

Wênesaz Sînan Hezer, ji bo ku pêşangeha Amara pêk were nêzî 3 mehan kedeke mezin da û wênesaz anî cem hev. Di pêşangehê de wêneyên Hezer jî tên pêşandan.

Wênesaz Hezer di axaftina xwe ya vekirina pêşangehê de wiha got, "Me tecrîda li ser Rêbertî nirxand û di vê mijarê de em li Amarayê kom bûn. Dilê me li Amarayê lê dide. Amara ji bo me cihekî welê ye ku bûye sembola civakîbûn, azadî û hebûna me. Ji bo me gelekî girîng û watedar e ku 17 wênesazên ku piraniya wan ciwan in di projeyeke bi vî rengî de li hev bicivin û bibin wijdanekî ku bi hev re lê didin."

Pêşangeha wêneyan a Amara wê rojên Şemî û Yekşemê ji saet 13:00 heta 18:00 vekirî be.