KODAR'ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir: "Alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku bûye mexdûrê erdhejê, karekî exlaqî û mirovî ye."

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li Xoyê banga alîkariyê li gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir. 

KODAR’ê destnîşan kir ku erdheja li Xoyê pêk hatî, gelê Kurd û Azerî di vê werza zivistanê de xiste nava zorî û zehmetiyan û got: “Em KODAR sersaxiyê li malbatên kesûkarên xwe winda kirî dikin, şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin.

Di demekê de ku şert û mercên zivistanê giran e, li bajarê Xoy erdhej pêk hat ku hem Xoy û Urmiye ji aliyê desthilatdariyêve hatiye piştçavkirin, ev yek jî rê li ber krîz û qeyranê zehmet vekiriye. Civak nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanî peyda bike. Desthilat alîkariya mexdûran nake, agahiyên zelal li ser mijarê belav nake. Piranî agahiyên tên dayîn jî li ser malbat û kesên li wê herêmê tên belavkirin. Ji bo wê pêwîstî bi alîkariyeke berfireh a gelê me ya ji bo seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê heye ku bikarin birînên mexdûrên erdhejê bipêçin.

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û beşên din di hemû şert û mercên pêkhatina erdhej û dîsa lêhiyê de bi awayeke berfireh mirovdostanî li gorî erkê xwe yê welatparêzî, hevkariya yek kiriye. Divê îro jî gelê me ji bo berhevkirina alîkariyê, peydakirina pêwîstiyên serekî yên jiyanî ji bo xelkê me yê Xoy bê şandin. Ji bo Xoy bibin seferber. Divê hemû çalakvanên sivîl û saziyên sivîl li her cihê Rojhilatê Kurdistan û Azerbeycanê bê ku li benda desthilatdariyê bibîne, navendeke ya krîzê ya civakî pêk bîne û alîkariya xelkê Xoy bikin.

Bang li her kes, girse, çalakvan, gelê xwe dikin ku di rewşên krîz û zehmet de alîkariya gelê xwe bikin, alîkarîkirina gelê me yên li Xoy bûne mexdûrê erdhejê karekî exlaqî û mirovî ye."