KNK'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê kir

Konseya Rêveber a KNK'ê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê banga seferberiyê ji bo alîkariyê kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber erdheja li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û banga seferberiyê kir.

Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:

"Di erdhejê de ku navenda wê li Bakurê Kurdistanê, bajarên Mereş û Dîlokê bi pileya 7.8 çêbûye, bi sedan mirovan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne û hîn metirsîdariya mirin û birîndarî zêde bibe heye. Di encamê de bi hezaran avahî rûxiyan û karesateke mezin li welatê me çêbû. Bi vê munasbetê em di serî de ji kesên jiyana xwe dest dane re rehmetê û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin.

Di serî de em bang li gelê xwe dikin ku ji bo alîkariyê bi ruhê seferberiyê tevbigerin û li hevdû xwedî derkevin, pêwîste herkes çi ji destên wan were alîkariyê bikin, ev erkê mirovahiyê û welatparêziyê ye.

Raxmî erdhej bûyerek xwezayî be jî, lê encamên polîtîkayên rejîma AKP-MHP'ê ye, ji ber bi salane pispor di vê mijarê de pêşbîniyek bi vî rengî li ser heman herêmê dikirin. Lê, rejîma AKP-MHP ti tedbîr di warê teknîkî de û ne di warê ewlekariyê de negirtin. Polîtîka wan, li herêm bû sebeba karesateke bi vî rengî. Sûçdarên wê karesatê hikumet û polîtîkaya Erdogan e.

Careke din em bangewaziyê di serî de li gelê xwe û saziyên navdewletî yên bi alîkariya mirovahî dikin ku bi erkên xwe rabin, demildest ji bo alîkariya mexdûran tevbigerin û destê alîkariyê di her warî de dirêjî mexdûran bikin."