KJK: Em Vejîna 15'ê Tebaxê bi ser bixînin

KJK'ê salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Em vejîna 15'ê Tebaxê li ser bingeha azadiya Rêberê xwe bi ser bixînin."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em Cejna vejînê ya 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, hemû hevrê û gelê xwe pîroz dikin. Di şexsê fermandarê efsanewî yê Pêngava 15'ê Tebaxê Egîd-Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ruh û îradeya 14'ê Tîrmehê ku bi pêşengiya M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li zindana Amedê hate nîşandan, raxist pêş çavan ku berxwedana bi navê nirxên mirovahiyê rêya herî pîroz e û serketin bi berxwedanê dibe.

KJK'ê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev berxwedan kir wesîleya pêngaveke dîrokî û zemînê artêşbûn û gerîlatiya Kurdistanê afirand.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, fermandar Egîd ji bo bicihanîna perspektîfên Ocalan bi rola pêşengiyê rabû, xeta çalakiya leşkerî ya partiyê di kesayetiya xwe de şênber kir û bû yek ji milîtanên pêşeng ê ku Rêberê Gelê Kurd rast fêhm kir û bi cih anî.

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊXETA NÛ YA ŞER Û JIYANÊ YE

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêngava bi pêşengiya fermandar Egîd sala 1984'an dest pê kir, şênberiya nasname û armanca şer û jiyana gerîlayên PKK'ê ye û hate gotin, "Lewma 'fîşeka destpêkê', Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê bîrdozî, polîtîk û rêxistinî ve xeta nû ya pêngavê, şer û jiyanê ye."

KJK'ê da xuyakirin ku 15'ê Tebaxê rabûna li ber statuya tinebûnê ye, sekna şoreşger a radîkal e û bi vî rengî îradeya parastina rewa daye gel bi taybetî jin, ciwanan.

Koordînasyonê da zanîn ku ne ji Pêngava 15'ê Tebaxê bûya kesî îro qala şoreşa azadiya jinê, tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê nedikir û wiha dewam kir: "Ne ji Pêngava 15'ê Tebaxê bûya, îro bi navê gelê Kurd tiştek nedima... Lewma Pêngava 15'ê Tebaxê jinûve vejîna jin û ciwanên Kurd e, vejîn û berxwedana gelê Kurd e."

Di daxuyaniyê de işaret bi bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li ser têkoşîna azadiya jinê hate kirin û hate bibîrxistin ku bi pêngavê re jinan berê xwe dan çiyê, berê xwe dan nava refên gerîla.

KJK'ê destnîşan kir ku têkoşîna jinan bi ked, hişmendî, berxwedan û berhemên xwe îro jî dewam dike û diyar kir ku ev efsane bi pêşengiya jinên Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn didome.

KJK'ê ragihand, tevgera azadiyê ya jinan ku li çiyayê Kurdistanê şîn bû, weke tevgera jinê li derveyî sîstemê hatine hiştin îro li Rojhilata Navîn bi roleke mezin radibe û got, "Gerîlabûna jinê, xweparastin û artêşbûna wê, di her astê de sazîbûna jinan bûye rastiyeke jêneveger a wekhevî û azadiyê. Rêxistinbûna leşkerî ya jinê ya li ser bingeha îdeolojîk, xaleke jêneveger a azadiyê ye. Ev yek rewşeke pîvanî ye. Yên ku di her şerî de weke ganîmet tên dîtin, destdirêjî lê tê kirin û tên qirkirin, jin in. Jinên bê parastin û bê rêxistin hatin hiştin. Bi yekê re civak hatiye talankirin. Heta ku wekhevî û azadî pêk were, pêwîstî bi rêxistinbûna leşkerî û xweparastina jinê heye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, rêxistinbûna li ser bingeha xweparastinê li Kurdistanê hate kirin, ji bo jinên li gelemperiya cîhanê veguheriye xeta jiyana azad, garantî û tercîhê. KJK'ê destnîşan kir ku rêxistinbûna civakî, leşkerî, siyasî û îdeolojîk a jinan wê garantiya azadiya civaka Kurd û Rojhilata Navîn be.

EM HÊZÊN XWEPARASTINÊ YÊN JINAN SILAV DIKIN

Di dewama daxuyaniyê de êrîş û hovîtiya DAÎŞ'ê ya li Rojava-Sûriye, Şengalê, Mexmûrê û Kerkûkê hatin bibîrxistin û hate ragihandin ku xweparastina jinê, pêşî li qirkirinê girtiye.

Koordînasyona KJK'ê ji bo pêşî li stratejiya faşîzan a AKP'ê bê girtin ku cotikê DAÎŞ'ê ye, jin bi rengê herî bi bandor cihê xwe di nava xweparastinê de digirin û di salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de hêzên xweparastinê yên jinan, artêşbûna jinê silav kir.

KJK'ê da xuyakirin ku ne ji YJA-Starê bûya, ne ji vê tecrûbeya mezin bûya, wê şervanî û fermandariyeke şareza ya heyî li Kurdistanê nebûya û li ser vêb ingehê 15'ê Tebaxê li hemû hêzên YJA Starê, hêzên YPJ, YPS-Jin, HPJ û YJŞ'ê pîroz kir.

EM Ê PÊNGAVA AZADIYÊ BI SER BIXÎNIN

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku dewleta Tirk li gel êrîşên xwe yên bi teknîka herî pêşketî ku di salên dawî de giran kiriye, li pêşberî îradeya gerîla têk çûye û got, "Polîtîka û hesabên TC ên li Rojhilata Navîn û li qada navneteweyî bê encam mane. TC bi tenê maye. Dewleta Tirk gihaştiye asta dawî ku emrê xwe bi dîktatorî, rêbazên depotîk û şerê qirkirinê dirêj bike. Her wiha, berxwedana gerîla ya ku li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê tê nîşandan, ruhê 15'ê Tebaxê ye."

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku ji bo biserxistina pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew bi biryar in ku têkoşîna xwe li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi ser bixînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Çawa ku Hakî, Kemal, Mazlûm, Hayrî, Çaran, Egîd, Sakîne, Delal, Gulnaz, Berçem, Besê, Azîme, Bêrîtan, Zekiye Alkan, Zîlan, Şîlan Kobanê, Zîlan Pepûlê, Arîn Mîrkan, Kavenda, Zinar, Doga, Sêwê, Pakîze, Fatma, Mehmet Tûnç, Ronas, Avesta Xabûran bi ser xistin, em ê jî bi ser bixin. 15'ê Tebaxê helwest û biryardariya me ye. Em Vejîna 15'ê Tebaxê li ser bingeha azadiya Rêberê xwe bi ser bixînin."