Kesên li Şengalê 14’ê Tebaxê hatibûn qetilkirin hatin bîranîn

Kesên di 14’ê Tebaxa 1014’an de li gundê Koço yê Şengalê di qetlîama çeteyên DAIŞ’ê de hatibûn qetilkirin bi merasîmekê hatin bîranîn.

Di 14'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê gundê Koço yê girêdayî Şengalê 12 rojan dorpêç kirin. Lê ti hêz û saziyên mafên mirovan li hemberî vê dorpêçiyê dengê xwe dernexistin û li pêş çavên hemû cîhanê, bi sedan mirovên Êzidî di dema vê dorpêçkirinê de hatin qetilkirin.

Li dibistana navenda gundê Koço qurbaniyên komkujiya gundê Koço ji aliyê Meclîsa Xweriya Demokratîk a Şengalê ve bi merasîmekê hatin bîranîn.

Di bîranînê de bi sedan kes amadebûn. Girseyê serdana dibistana ku bi sedan kes têde dîl hatin girtin û gorên bi komî kirin.

Piştî serdana goran hat kirin, gel lihev kom bûn û ji bo şehîdên fermanê deqeyek rêzgirtin hate girtin.

Di serî de li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Hevserokê Meclîsê Hisên Hesan axiv û diyar kir ku divê her Êzidî komkujiyê li bîra xwe bîne û tifaqê xurt bikin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Neam Xwedêda axivî. Xwedêda diyar kir ku kombûna civaka Êzidî ya li gundê Koçu tifaqa Êzidiyan nîşan dide.

Pişti axaftina merasîm bi dirûşmeyan di dawî bû.