Kêlî bi kêlî dane digihêje maseya krîzê ya li Amedê

Bi navê maseya krîzê ya ku Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajarê Amedê ava kiriye Samet Ûcaman axivî û li ser karên maseyê agahî da.

Erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ku doh serê sibehê li Bazarcixê rû da û erdheja bi dijwariya 7.7 pileyî ku danê nîvro li Elbistanê qewimî bandoreke giran li 10 bajaran kir. Bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, nêzî 15 hezar kes jî birîndar bûn.

Yek ji deverên ku erd lê hejiya Amed bû. Li Amedê 23 avahî hilweşiyan, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes jî birîndar bûn. Lê belê ji yên birîndar gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ku ji 82 rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, maseya krîzê ava kir û kêlî bi kêlî rewşê dişopîne. Ji endamên platformê Samet Ûcaman qala karên xwe yên li qadê û xebatên li maseya krîzê kir.

Ûcaman anî ziman ku ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve ew rewşê dişopînin, li maseya krîzê destpêkê zerara heyî tespît dikin.

Ûcaman diyar kir ku piştî tespîtê ew pêwîstiyên li qadê diyar dikin û got, "Li ser şêweyê kar û bikaranîna makîneyên kar em tespît û pêşniyaran dikin. Li qadê, mîmar, endezyarên înşaetê odeyên endezyarên jeolojiyê û hevalên me yên plansazên bajêr bi me re çavdêriyê dikin û di vê mijarê de agahiyan didin me. Em jî ji bo temamkirina kêmasiyan dixebitin. Piştre jî ji bo xurtkirina vî karî bi rêxistinên civakî yên sivîl û dînamîkên din ên li bajêr re hevdîtinan dikin. Her wiha em bi maseya krîzê ya HDP'ê re jî bi hevkarî dixebitin. Bandora wan a li taxan û qadê gelekî zêde ye, lewma maseya me ya krîzê û ya me hevdu xwedî dikin."

BILA ŞÊNÎ NEKEVIN MALÊN XISAR LI WAN BÛNE

Ûcaman anî ziman ku ew hewl didin rê bidin ber şêniyên li taxan û got, "Her wiha bi Walîtî re jî di vê mijarê de danûstandinên me dewam dikin. Dema ku kêmasiyek di vê mijarê de hebin em hewl didin bi diyaloga bi wan re jî van kêmasiyan çareser bikin. Hevalên me di halê hazir de li qadê tespîta wan avahiyan dikin ku xisar li wan bûne. Bêguman zehmet e ku di cih de bêne tespîtkirin. Em tenê dikarin daneyan kêlî bi kêlî parve bikin. Ji ber ku erdhej hîn jî dewam dike û li gel van erdhejan hilweşîn jî çêdibin. Di rewşa heyî de banga me li şêniyan û raya giştî ew e ku nekevin hundirê xaniyên xisar li wan bûne. Xurek û betanî divê di dema herî nêz de bigihêjin herêmê. Em hewl didin alîkariya ku tê bigihînin herêmê. Karên me yên heyî niha bi vî rengî ne."