Keça girtiyê nexweş: Em ê dest bi çalakiya rûniştinê bikin

Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 22 sal in li girtîgehê ye Selma Ozkan got, eger bavê wê neyê berdan wê dest bi çalakiya rûniştinê bikin.

Fermandarê Jendermeyan ê Herêmê Tûggeneral Bahtiyar Aydin, 22'ê Cotmeha 1993'an li navçeya Licê ya Amedê hatibû kuştin. Mehmet Emîn Ozkan ê 79 salî bi îdîaya kuştina Aydin hatibû girtin û cezayê muebbetê yê girankirî lê hatibû birîn. Ozkan ji roja hatiye girtin û vir ve li benda edaletê ye.

Ozkan, sala 1996'an li Mersînê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate destgîrkirin û piştî îfadeya 2 îtirafkaran bi îdîaya kuştina Tûggeneral Aydin hate darizandin. Ozkan di dema darizandinê d hewl da vebêje ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne, lê belê cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî lê hate birîn.

Di nava 22 salan de Ozkan li 6 girtîgehan hate hiştin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, sala 2014'an rojek beriya dem di ser dosya Licê re derbas bibe îdîaname amade kir û tê de ragihand ku ti agahî nehatiye bidestxistin ku Mehmet Emîn Ozkan tevlî vê çalakiyê bûye. Ev tespît ji bo Ozkan ê ji sala 1996'an û vir ve li girtîgehê ye bû hêvî.

SERLÊDANA JI BO BERDANÊ NEHATE QEBÛLKIRIN

Piştre eşkere bû ku bûyera li Licê qewimî, ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye kirin. Di rapora Saziya Tipa Edlî de tê destnîşankirin ku Ozkan nexweşê gûatr, dil û nexweşiya kronîk a kezebê ye. ji ber nexweşiyên pê ketiye, daxwaza berdana wî hate kirin. Lê belê daxwaza berdana Ozkan tevî rapora Saziya Tipa Edlî hate rexkirin. Rewşa Ozkan ê 79 salî roj bi roj giran dibe.

Ozkan li girtîgehê çar caran krîza dil derbas kir û ji ber giranbûna nexweşiyên xwe, beriya çend hefteyan rakirin nexweşxaneyê. Keça Ozkan Selma Ozkan li ser rewşa bavê xwe axivî û diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya bavê wê roj bi roj nebaş dibe.

GELEK NEXWEŞÎ LÊ DER BÛNE

Ozkan diyar kir ku hema bêjin her roj bavê wê radikin nexweşxaneyê û hiş ji serê bavê wê çûye. Keç Ozkan got, "Ji xwe 4 caran krîza dil derbas kir û 4 caran jî anjiyo bû. Niha jî pirsgirêkek mezin li roviyên wî der bû. Hefteya bihurî me dît ku zikê wî nepixiye. Hîn em li hevdîtinê bûn bang li ambûlansê kirin û ew rakirin nexweşxaneyê. Heta ku me xwe gihand nexweşxaneyê, ew bi ambûlansê li girtîgehê vegerandin.

Vê hefteyê jî em çûn hevdîtinê. Bi alîkariya hevalên xwe hat hevdîtinê. Li me dinere, lê qet nas nake. Hişê wî ji serê wî diçe. Ji xwe nexweşiya dil pê re heye. Nexweşiyên guatr a bi jehr, tansiyona bilind, pirsgirêkên gurçik û roviyan pê re hene. Zivistanê jî divê bi ava cemidî bê şuştin. Ji ber ku kîst li ser mejiyê wî ye, dema ku ava germ lê dikeve, yekser ji ser hişê xwe diçe. Gelek caran li banyoyê ketiye. Guhên wî jî baş nabihîzin. Di hevdîtinê ya jî axaftina bi telefonê de em tenê ji wî re dibêjin, 'tu biaxive, bila tenê dengê te bê me'."

'EM Ê LI BER GIRTÎGEHÊ DEST BI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ BIKIN'

Ozkan da xuyakirin ku bavê wê 79 salî ye û nepêkan e ku êdî karibe li girtîgehê bimîne. Ozkan got, "22 sal in li zindanê ye. Nepêkane ku bi van nexweşiyan li wir bimîne. Eger wî bernadin, qet nebe bila wî bibin nexweşxaneyê û em jî li cem wî bin. Eger van daxwazên me bi cih nînin, em ê ji bo berdana wî li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Kî ji rewşa bavê min bawer nake bila biçin bi çavê xwe bibînin."